Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
- rojane
- 10:41 01/2/2024
Rojnameger Ahmet Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekiribû dihat darizandin, ji dozê beraet kir.
Rojnameger Ahmet Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekiribû dihat darizandin, ji dozê beraet kir.
Di daxuyaniya starta “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê de wiha hat gotin: “Aştî, edalet, demokrasî û azadiya vî welatî bi afirandina mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û qebûlkirina statûya gelê kurd pêkan e.”
Li Rihayê avahiyeke ku di erdhejê de xesar gihiştibûyê û nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di encamê de 2 welatî mirin û 8 jî birîndar bûn.
Sekretera Şaxa Egîtîm Sena Hatayê Sûna Kadayifçi diyar kir ku tevî salek bi ser erdhejê re derbas bûye jî hêj jî piştgiriyeke psîkolojîk bi xwendekaran re nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên cihê mayînê û veguhestinê hêj didome. Xwendekaran hêj jî travmayê dijîn.”
Danişîna doza 18 rojnamegerên li Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin dest pê kir.
Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bandirmayê tê ragirtin û tetîkkêşê bi navê Îsmet Ozdemîr gefa kuştinê lê dixwe.
Di erdhejê de li Rihayê xesar gihiştibû 8 hezar û 231 avahiyan. Ji nîviya zêdetirî van avahiyan nehatine hilweşandin û 400 avahiyên dê li şûna wan bihatina avakirin jî nehatin avakirin. Sekreterê Bajar ê TMMOB’ê Fîkret Çakir got ku krîza hewînê didome.
DFG'ê têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û 100 roj in agahî jê nayên girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê xwest ku PDK dev ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin.
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 67’an de didome.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 100 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Dadgehê di sedema xwe ya ji bo cezayê li Selçûk Mizrakli birî de, îdiayên îtirafkar Hîcran Ayverdiyê yên bi qeydên SGK'ê hatibûn drewandin esas girt.
Tevî gelek serokên baroyan, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da û wiha got: “Em qala mirovekî ku milyonan kes jê re dibêjin ‘vîna me ye’ dikin. Tecrîd di rewşek wisa de ye ku hem wek hiqûqî hem jî wek siyasî nayê qebûlkirin.”
Rojek beriya berdana Firat Ege yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî hate taloqkirin.
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk bi bîr xist ku gelê kurd demekî dirêj e li dijî tecrîdê li ber xwe dide û wiha got: “Tevgerên sosyalîst weke ku tecrîd di jiyana wan de nîne tevdigerin. Tecrîd di nava jiyana me de heye û divê sosyalîst berpirsyariyê qebûl bikin.”
Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 31 sal in di girtîgehê de ye, 3 car in berdana wî tê taloqkirin. Abdullah Zenger ku bavê xwe di nava çar diwaran de nas kiriye wiha got: "Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe me."