Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
- rojane
- 10:51 07/2/2024
Meşvanên Azadiyê li Cizîrê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir wiha bang li îktîdara AKP’ê kir: “Em li vir bang dikin; ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê divê muxatabiya birêz Ocalan bê naskirin. Tu hêz dê nekarin meşa me bidin sekinandin.”