AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
- rojane
- 10:33 22/2/2024
AKP’î û qeyûmên li Şaredariya Bedlîsê hatin tayînkirin neguhêzbarên li bajar bi bihayê 393 milyon û 511 hezar TL’an firotin.
AKP’î û qeyûmên li Şaredariya Bedlîsê hatin tayînkirin neguhêzbarên li bajar bi bihayê 393 milyon û 511 hezar TL’an firotin.
Danişîna rojnamevan Sofya Alagaşê bi hinceta ‘temamkirina kêmasiyan’ hate taloqkirin.
Namzetê AKP’ê yê Cizîrê Omer Yildiz bi îdiaya ku Şaredariya Cizîrê mûçeyê qeyûm kêm şandiye, li ser navê qeyûm şaredarî dabû îcrayê.
Dayika girtiyê nexweş Fikret Erden diyar kir ku kurê wê yê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê û got: "Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê."
Ji rojnameger Silêman Ehmed ê di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin 121 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 88’an de berdewam dike.
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ji ber ku dosyeya wê ya pê hat berdan bi Doza Kobanê re hat girêdan, nayê berdan. Parêzerê wê Cîhan Aydin anî ziman ku ev yek di çarçoveya "stratejiya desthilatê ya bi polîs, daraz û çapemeniyê tunekirina rikberên xwe" de ye û got ku bi vê "mafê bijartin û hilbijartinê" ya muwekîla wî tê binpêkirin.
Parêzer Berhîvî Demîr anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di warê çareserkirina meseleya kurd de helwesta xwe ya siyasî ya muzakerevaniyê diparêze û got ku divê ji bo berdana bi şertî ya wî şert û mercên guncav bên dabînkirin.
DEM Partiyê ji bo tespîtkirina qedexeyên li ser zimanên derveyî tirkî û lêçûnên civakî yên ji bo zimanên dayikê yên qedexekirî û çareserkirina pirsgirêkan, bi pêşnûmeyekê xwest di bin sîwaneya Meclisê de komîsyona lêkolînê bê avakirin.
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê peyamek weşand. Çiya Kurd bal kişand ser rêveberina pir zimanî ya Neteweya Demokratîk û ev tişt gotin: "Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne."
Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ya li Stenbolê têkildarî hevdîtinên xwe daxuyaniyê dan, wiha gotin: “Em derbarê dosyayên ku parêzerên Ocalan pêşkeşkirine de ji CPT’yê bersivê dixwazin.”
Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo karkerên madenê yên li Licikê di bin hezazê de mabûn hatin sekinandin.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen a 89 salî ji bo xêrê bike konteynirek danî goristana ku lawê wê lê veşartî. Ji Ozgen û 7 kesên ku konteynir bar kirin, veguhestin û montajkirin re ji sûcê “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn.