Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
- rojane
- 09:05 01/3/2024
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Elkê diyar kirin ku navçeya wan bi salan e rastî polîtîkayeke çewisandinê tê û gotin ku ew ê vê çerxê biguherînin û ji şêniyên herêmê re gotin: "Nehêlin kesên biyanî çarenûsa bajarên we aşkere bikin. Çarenûsa vê navçeyê encax xwediyê vê derê dikarin biguherînin, xwediyê wê jî hûn in."