Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
- rojane
- 16:11 01/4/2024
Endamê Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn û Oktay Kelebek ê di heman girtîgehê de tên ragirtin, diyar kirin ku bi daxwaza sewqî girtîgeheke din bibin û girtiyê nexweşê giran Mehmet Guvel bê berdan 37 roj in di greva birçîbûnê de ne û banga hestiyariyê kirin.