PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
- rojane
- 09:16 08/5/2024
Asayîşa PDK’ê 197 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Asayîşa PDK’ê 197 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Endama Yekeya Hiqûqê ya MLS'ê Emîne Ozhasarê diyar kir ku peyvên wekî "Ocalan", "Îmrali" û "tecrîd" ên di nava nûçeyên rojnamegerên girtî Esra Solîn Dal, Erdogan Alayamût û Mehmet Aslan daxilî nava dosyeyê hatine kirin wekî sûc hatine hesibandin. Ozhasarê destnîşan kir ku biryara girtinê bi saîqên siyasî hatiye kirin.
Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê da ku gotibû "Li Îmraliyê tecrîd nîn e" û got:"Hûn nikarin çavên xwe bigirin û wekî ku tecrîd tune be tevbigerin."
Hat hînkirin ku endamê meclisa şaredariya Bêrecûkê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît gotibû 'em îstifa dikin' û navê wî jî gotibû, haya wî ji naveroka civînê tune bûye. Arar, got: "Ji min re got, di warê madî û manewî de çi hewce be ez ê bikim, lê min qebûl nekir."
Gultekîn Ozturk ê 58 salî ku dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe polîsê trafîkê yê bi motosîkletê lê dabû û giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Emîne Şenyaşar di roja 96’an de çalakiya xwe domand. Parlamentera EMP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca ku çû serdana Emîneyê wiha got: “Yên edeletê naynin cih, yên bêdeng dimînin yên bi doz û lêpirsînan didin destpêkirin îmzeyê davêjin dijhiqûqiyên din. Di destê me de ye. Divê em destur nedin vê.”
Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Silopiyayê Eyşe Şanê qursa zimanê kurdî vekir û bang li her kesî kir ku beşdarî qursê bibin û bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.
DEM Partiyê li Curnê Reş ji bo hilbijartina hat nûkirin, dest bi xebatan kir.
Di nava xwarina girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin de gule derket.
Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us jî di nav de 7 binçavkiriyên Amedê hatin berdan.
Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat bertek nîşanî 35 girtiyên siyasî yên di nava 45 rojan de hatine sirgunkirin da û wiha got: “Em qebûl nakin ku mafên herî sereke yên girtiyên siyasî jî tên binpêkirin.”
Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê heta niha bi îdiaya “sedema ewlehiyê” di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us û 7 welatiyên din a li Amedê hate protestokirin.
Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us tevî 7 binçavkiriyên din sewqî edliyeyê hatin kirin.