Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
- rojane
- 14:08 26/10
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.
Di daxuyanya Tevgera Azadiyê ya Kurd de ku bi beşdariya 25 gerîlayên vekişiyayîn hate lidarxistin, hat gotin ku biryar di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê û bi erêkirina Abdullah Ocalan hatiye dayin. Ji bilî rojnameger û hinek rêveberên cihî destûr nehat dayin kesek tev li merasîmê bibe. Sabrî Ok bi merasîmekê hate oxirkirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Ya girîng ew e ku yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin.” Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku bi entegrasyona demokratîk re hewceye aştiya civakî pêk bê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got: “Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo re em niha di qonaxeke pir girîng de ne. Dikare hinek yasayên teaybet û sererastkirinên tenê ji bo vê mexsûs bên derxistin.”
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, têkildarî biryara vekişînê ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd daxuyanî da û got: “Bi berdewamkirina pêvajoyê re dê çarçoveya pozîtîf a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî zelaltir bibe.”
Rêveberiya Tevgera Azadiyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandine. Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî.
Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirin.
Sekreterê Şaxa OHD’a Îzmîrê Selahattîn Tîmûr diyar kir ku ji meha Çileyê heta niha li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan hatine astengkirin û got: “Heke em behsa civakeke demokratîk bikin, wê demê divê tehliyeyên girtiyan bi vî awayî neyên taloqkirin.”
Rêveberiya Tevgera Azadiyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan dest bi vekişandina hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Wêneyê ewil ê daxuyaniya dîrokî hate weşandin.
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan ew hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan.”
Di mitînga Qada Esenyûrtê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin.
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di civîna li Êlihê de got: “Gelê Kurd sed sal winda kir lê sedsaleke din ê ku Kurd û Kurdistanî winda bikin nîn e”.
Di çalakiyên li Enqere, Îzmîr û Stenbolê de tehliyeya girtiyên nexweş Kemal Ozelmali, Ozgur Azad Încî û Cemîl Îvendî hat xwestin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên heftane de daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.