‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
- rojane
- 12:53 18/7/2024
Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn rexne kir û got ku li gorî berjewendiyên hevpar ên Tirkiye û Hewlêrê tevdigere.
Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn rexne kir û got ku li gorî berjewendiyên hevpar ên Tirkiye û Hewlêrê tevdigere.
Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Hunerê damezrandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li cihekî ku her tim qedexe lê hebin têkoşîna azadiyê tê dayîn. Em ji bo ku bikarin biaxivin, biafirînin welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Metîn Kiratli ku ji hêla Erdogan ve li AYM’ê hate tayînkirin, beriya niha bi bazirganiya derqanûnî ya bi El Nusrayê re kirî bûbû rojev.
Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Îbrahîm Bîlmez, têkildarî îdiayên rayedarê Wezareta Edaletê yên li NY’yê ku li Îmraliyê tecrîd nîne de wiha got: “Hewl didin hincetên dûrî aqil û mantiqê hilberînin û bi cezayên didin tecrîdê înkar bikin.”
Dadgeha Bilind cezayê di doza “KCK Geverê” de li 24 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir.
Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarina duh nîvro xwarin jehrî bûn.
Hate ragihandin ku îro serê sibê dewleta tirk sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Teqawîdên bertek nîşanî zêdekirina 2 hezar û 500 lîre mûçeyên xwe dan, ev bang li desthilatê kirin: “Ka hûn xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbarên a ji bo saziyên cuda, betal kir.
Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can diyar kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê mafê herî rewa xweparastin e û wiha got: “Xweparastin li dijî tundiya rêxistinkirî, helwesta parastinê ye. Parastina jiyanê ye.”
Vedat Kurt ê ji Rihayê li Antalyayê ji ber ku yewmiyeya xwe ji xwediyên kar xwestibû, bi îşkenceyê re rû bi rû mabû. Kurt qala îşkenceyê kir û banga piştevaniya doza xwe ku dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin kir.
Li gorî daneyên Weqfa Baran Tursun di 17 salên dawî de zarok jî di nav de 451 kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Weqfê Mehmet Tursun got ku mirinên li bajarên kurdan zêde bûne.
Tevî êrişên Tirkiyeyê û grûbên wê yên paramîlîter ve jî Şoreşa Rojava 12 salî ye. Şoreşê 12 sal li pey xwe hişt û li cîhanê bûye modelek demokratîk a modernîteyê. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku şer, pevçûn, kuştina jinan û binpêkirinên giran ên mafên mirovan lê diqewimin, Şoreşa Rojava bi her awayên xwe hebûna xwe didomîne.
Welatiyên Amedê diyar kirin ku desthilatdariya heyî nikare aboriyê bi rê ve bibe û gotin: "Divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û hikûmeta ku niha sîstemê dimeşîne ji vir derkeve."