729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
- rojane
- 15:50 05/8/2024
Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û diyar kir ku ew nekarîne xwe bigihînin 729 hezarê wan.
Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û diyar kir ku ew nekarîne xwe bigihînin 729 hezarê wan.
Cenazeyên endamên YJA-Starê Semra Ayverdî û Bişeng Durmuş û endamê HPG’ê Seyîthan Sencer ên li Çiyayê Herekolê di şer û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan hatin kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan piştî serdana girtiyên ji doza Geziyê daxuyanî dan û bang kirin ku biryarên DMME’yê bên sepandin û girtî bên tehliyekirin.
Li navçeya Cizîrê germahiya hewayê bû 44 pile. Ji ber germa, gelek esnafan dikanên xwe venekirin û kolan vala man.
Têkildarî ceyrana qaçax ku li Îzmîrê bûbû sedema mirina du kesan der barê Serokê Şaredariya Îzmîrê Cemîl Tugay û serokşaredarê berê Tunç Soyer jî di nav de 5 serokan de gilî hat kirin.
DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB bang kirin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalay de dabû, were pêkanîn.
Qedexeya ku piştî operasyona leşkerî li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên Elkê dest pê kir berdewam dike. Ji bilî şêniyên gundan kes nikare biçe van gundan.
Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin.
Behiye Sevîm a li dijî tecrîda ji Îmraliyê balevî hemû girtîgehan bûye têdikoşe wiha got: “Em di nav şert û mercên wekhev de jiyanekî azad dixwazin. Bi qasî ku tecrîd neyê rakirin em ê li qadan bin.”
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qedexeyên li dijî kurdî dan û wiha gotin: “Qedexekirina zimanê kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan.”
Nivîskar Engîn Yurtsever diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên hatine valakirin dagir bike û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û dê gelek sînor biguherin. Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.”
Îsraîlê li Xezayê êrişî du dibistanan kir û piraniya wan zarok, 30 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya bi destê DAIŞ’ê li êzdiyan hatiye kirin de wiha hat gotin: “Em berxwedana jinên ezdî ya ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak silav dikin.”
Prof. Dr. Ekîncî yê di dema nivîsên hişyariyê yên bi kurdî hatin jêkirin de parvekirina “Pêşî Kurdî” kiribû, bi giliya Partiya Zaferê û MHP’ê vexwendin îfadeyê.