Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
- rojane
- 09:00 08/8/2024
32 sal di ser qetilkirina Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Denîz re ku ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz, der barê kujerê bavê xwe de cara ewil bîranînek xwe vegot: “Ji kujeran yek jê li lîseya ku min lê dixwend mamoste bû. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizîvirand, lê me dizanî ku ew sûcdar e. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan li wî dinêrî.”