Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
- rojane
- 12:28 20/8/2024
Şêwirmendê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ragihand ku hejmara kesên ku ji Kampa Hol a li rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê nêzî 4 hezar kes in. Her wiha eşkere kir ku ji bo vegera koçberan a ji kampên li Hewlêr û Dihokê lihevkirin di navbera hikûmeta Iraq û Herêmê de hatiye kirin.