Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
- rojane
- 15:58 29/8/2024
Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin têkildarî zarokên winda Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.
Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin têkildarî zarokên winda Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji bo çalakiya 1’ê Îlonê bang kirine, destnîşan kirin ku desthilat bi polîtîkayên xwe yên şer gefê li pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn dixwe, bûye pirsgirêkekî kurewî û wiha gotin: “Aştî di berxwedana gelên bindest de ye.”
Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku rapora xesara erdhejê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê 18 meh in nehatiye eşkerekirin.
Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural piştî beşdarî merasîma cenaze bû, hat binçavkirin.
Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê serdana Hewş Kafe ya k udu caran bi êrişan re rû bi rû ma kirin û gotin: “Hûn ne bi tenê ne em li vir in. Wan vî bajarî bi dest nexist û wê nexin jî.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana çalakiya Emîne Şenayaşar kir û bang li Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kir û ev pirs kir: “Were cem dayikê, çima tu xwe bêdeng dikî?”
Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya ji hêla Tirkiyeyê ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, piştî merasîma li Parka Azadiyê hat lidarxistin, ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.
Fermandariya hêzên asîmanî yê Iraqê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên wan li asîmanê Kerkûkê bi 5 muşekan balefirek bê mirov a Tirkiyeyê xistine xwarê.
Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl daN li Çil Axa dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirkiyeyê re bimeşînin. Berxwedana pêşî li dewriyeya hevbeş girt. Her wiha panzêreke hêzên Rûsyayê pê li xwepêşandêrekê kir.
Cenazeyê rojnameger Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin û li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîma cenazeyê tê li darxistin. Cenazeyê Tarayê dê piştî merasîma cenazeyê ber bi Êlihê ve were oxirkirin.
Danişîna doza çalakvana kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin.
Parêzerê OHD'î Zekî Bînbîr diyar kir ku hê jî Wezareta Dadê bersiva serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nedaye û got ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê deng derxe.
Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûnê diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkanîna edaleta di warê windayan de girîng e û got ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li windayan bernedin.
Ji karkerên ku li Balikesîrê tevî polîs û notirvanan nijadperest êrişî wan kiribûn Ozgur Îpek got: "Li wir mesele ne îxbar bû, kurdbûna me bû. Em ê vê zilmê qebûl nekin."
Mehmet Emîn Çam tevî ku rewşa tenduristiya wî xedar e jî girtî ye û nayê berdan. Keça wî li gel wî hevdîtin kir û da zanîn ku dermanên bavê wê nadinê û jiyana wî di bin metirsiyê de ye.