Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
- rojane
- 09:05 16
Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn bi kena xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt.
