Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
- rojane
- 09:07 01/1/2024
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 36’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 36’an de didome.
Girtî Sûdan Guven a 3 car in cezayê wê dirêj dikin û wê serbest bernadin, bi nexweşiya pençeşêrê ket. Dayika Sûdan Guven Gulistan Guven, bang li rayedarên hikûmetê kir û got: "Keça min bidin min ez ê wê derban bikim."
Endama Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan û girtiyên di gireva birçîbûnê de ne axivî û diyar kir ku di serdanê de girtiyan ji wan re gotiyê heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya wan bidome.
Parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku cînayeta Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin, weke komkujiyeke malbata Şenyaşar û Dedeogûllari ye û got: “Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hatiye qetilkirin.”
Li Wanê bi sermayê re nexweşîn jî çêbûn. Welatiyên nexweş dikevin ewil berê xwe didin etaran.
Di sala nû de zem li heqê rê û piran hate kirin.
Li navçeya Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatina Cejna Noel û sersala nû li hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir û banga çareseriya siyasî û destpêkirina diyalogê demokratik ya Sûriyeyê kir.
Îfadeyên nûçegihanê me Hakan Yalçin û Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên di bin çavan de ne hêj nehatiye wergirtin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna berdewam dike de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş, li Goristana Mardînkapi hate veşartin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo bavê xwe yê jiyana xwe ji dest da şand de wiha got: “Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e.”
Welatiyên ku li gelek bajaran Nobeta Edaletê domandin diyar kirin ku dê li hemberî zextan serî netewînin û wiha gotin: “Heta tecrîd neyê rakirin dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin.”
Bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş îro wefat kir. Hat zanîn ku Demîrtaş dê tev li merasîma cenazeyê bavê xwe nebe.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji ber parvekirina nîjadperest, derheqê Tuba Uşik de serlêdana sûc kirin.