Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
- rojane
- 20:41 05/1/2024
Hevseroka DEM Partiyê yê Samandagiyê Nîlya Çekîç û birê wê Sînan Çekîç hatin binçavkirin.
Hevseroka DEM Partiyê yê Samandagiyê Nîlya Çekîç û birê wê Sînan Çekîç hatin binçavkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ên ku çûn serdana siyasetmedarên kurd ên li Edîrne û Kandirayê girtî gotin: “Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî de danûstendin kir."
Li Mêrdînê û navçeyên wê baran bênavber dibare. Li navçeya Qoserê ji ber baran şid lehî rabû.
ÎHD’ê li gelek bajaran Nobeta Edaletê li dar xist û got: “Ji bo aştiyê dev ji necezakirinê berdin.”
Gelek kesên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” tê domandin bûn, tevahiya rojê bi malbatên girtiyan re nobet girtin.
Komeke nîjadperest ku pirsa “Tu kurdî?” ji karkerê kurd Levent Guner kir û êriş pêk anî. Guner, da zanîn ku ji karê febrîqeyê hatine avêtin û polîsan îfadeyên wan li girtekê nenivîsandine.
Malbata Gulistan Dokû ya hate Dêrsimê ev bang kir: “Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe.”
Ji bo ku hemû kesên di erdhejên navenda wan Mereşê de bûne sedema mirina welatiyan bên darizandin, li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan “Nobeta Edaletê” hatin girtin û daxuyanî hatin dayîn.
Di Doza Kobanê de dozgeriyê xwest ku girtina hemû girtiyên siyasî berdewam bike. Siyasetmedarê girtî Alp Altinors ê di danişînê de parastin kir anî ziman ku banga HDP’ê ya tê sûcdarkirin dişibe bangên NY û sazî û hêzên din ên navneteweyî yên wê demê û pirsa “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?” pirsî.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli çûn Edîrneyê.
Hate diyarkirin ku li Mêrdînê dadgerekî li ser gilîkirina hevjîna wî ya mamoste li dibistana çûyê 3 xwendekar dane binçavkirin. Serdozgeriyê bûyer derewand. Baroya Mêrdînê jî bang li HSK’ê kir ku “kirariyên pêwîst” bidin destpêkirin.
Hejmara kesên di êrişa li bajarê Kirman a Îranê de mirîn ku DAIŞ’ê li xwe girtibû, derket 89’an.
Li navenda Şirnexê ji ber mijê, navbera dîtinê heta metreyekê ket û Midûriyeta Meteorolojiyê hişyarî da ku heta hewce neke bi wesayîtên xwe dernekevin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mehmet Îldem ku piştî 30 salan di 65 saliya xwe de tehliye bû, li bajarê xwe Mêrdînê ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin.