Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
- rojane
- 13:05 11/1/2024
Danişîna doza ji ber nûçeya bi serenavê “Qesr dîn bû” ya rojnameya Ozgur Gundemê derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin hate taloqkirin.
Danişîna doza ji ber nûçeya bi serenavê “Qesr dîn bû” ya rojnameya Ozgur Gundemê derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin hate taloqkirin.
Girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim ku li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin û 28 sal in girtî ye, ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû.
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê bi kargoyê di qutiyê de hatibûn radestkirin, ji ber îfadeyên şahidan 9 meh in girtî ye. Parêzera Aksoy got ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzî miwekîla wê dibin û ji bo danişîna dozê ku dê sibe bê lidarxistin banga piştevaniyê kir.
Li Zanîngeha Enqereye komeke nijadperest a MHP’î careke din êrişî xwendekaran kir.
Di danê sibehê de li navçeyên Stewrê û Artukluyê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Danişîna doza bi îdiaya “heqaretê” ji ber gotinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî derbarê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de hatiye vekirin, ji ber îfadeyên Wezareta Parastinê bên wergirtin hate taloqkirin.
Şandeyeke ku nûnertiya serokwezîrtiya Iraqê dike li Taxa Newrozê ya Kerkûkê lêkolîn kir. Serokê şandeyê Dr. Amir Ciburî diyar kir ku dê daxwazên şêniyên taxê bigihîne Serokwezîr Sudanî.
Hate diyarkirin ku li Herema Kurdistana Federe hilbijartinên parlamentoyê yên hatin taloqkirin dê di 30’ê gulanê de bên kirin.
Yek ji parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû ya ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê daye wiha got: “Rakirina tecrîdê tê wateya ku zêdetir azad bibin. Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye.”
Guhêraniya plana îmarê ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê parselên “qadên parqê” weke “qada bazirganiyê” nîşan dabû li ser îtîraza Baroya Amedê hate betalkirin.
Nûnerê Partîzanê Togay Okay bal kişand ser têkoşîna yekbûyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin û bibin sosyalîst.”
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 79 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 46’an de didome.
Dayika yek ji girtiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye Baran Eman, Zahîde Eman wiha got: “Ez heta dawiyê piştgiriya daxwazên kurê xwe yên mirovî dikim. Kes nikare vîna kurê min bişikîne.”
Derket holê ku beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhestiye Pasûrê.