Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
- rojane
- 11:48 17/1/2024
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.
Di rapora Îmralî ya 2023’an a Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat diyar kirin ku bi tevahî 169 caran serdana hevdîtinê bêbersîv hatiye hiştin. Di raporê de hat gotin ku “2023 bû sala bêtêkiliya mutlaq” û hat destnîşan kirin ku sala 2024'an jî dê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Arslan di encama serdegirtina li navçeya Hewagê de hate binçavkirin.
Li avahiya emniyetê ya navçeya Qereçoban a Erziromê 320 “hilbijêr” hatin veguhestin. DEM Partî dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîrazê bike.
DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.
Siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz ê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku name û cilên tên şandin winda ne û da zanîn ku têkildarî mijarê rêveberiya girtîgehê û PTT berpirsyartiyê nagirin.
Hate ragihandin ku ji ber kesên di êrişên Îranê yên li dijî Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane 3 rojan şîn hate îlankirin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 85 roj in tu agahî nayên girtin.
Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê wiha got: “Tekane rêya çareseriya neçareseriya tê ferzkirin birêz Ocalan û fikrên wî ne.”
Li Colemêrgê di her qadên jiyanê de derhiqûqtî di meriyetê de ne. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku li bajar qanûn nayên bicihanîn û wiha got: “Binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 52’an de didome.
Rojnameger Dîcle Muftuoglû bi awayekî destkelemçekirî hatibû muayenekirin û girtî Rihan Kavak Ozbek jî rastî tacîzê hatibû û serlêdana sûc hatibûn kirin. Ji bo serlêdanên sûc biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku piştî meşa bi sed hezaran kesî dê li tevahiya Ewropayê bi boneya salvegera Komploya 15'ê Sibatê mîtîngekê li dar bixin û got ku ew hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê.
Nûnera Sînn Feîn a Ewropayê Martîna Anderson tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got: "Çendî di tecrîdê de tê girtin jî, em fikrên wî gelekî pêşverû dibînin û ji gelek kesan re dibin îlham."