Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
- rojane
- 18:15 18/1/2024
Di danişîna doza der barê êrişa ewil a li hemberî Malbata Dedeogûllariyê de, meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir.
Di danişîna doza der barê êrişa ewil a li hemberî Malbata Dedeogûllariyê de, meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir.
Li Wanê 6 ciwanên ku di 16'ê Çileyê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê ji çavê xwe emeliyat bû. Şenyaşar, da zanîn ku dema sax bû dê Nobeta Edaletê ya neçar ma navberê bidê, li ber Wezareta Dadê bidomîne.
Rêveberê EGE-TUHAYDER’ê Ramazan Yavuz û Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya di danişîna ewil de hatin tehliyekirin.
Li gorî “Rapora Şopandina Grevên Birçîbûnê” ya Şaxa OHD’a Stenbolê; girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab û gefan hatin, cezayên disiplînê lê hatin birîn û pirtûk û lênûsên wan hatin desteserkirin.
Di doza Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû de şandeya dadgehê biryara domandina girtinê da.
Dozger, daxwaza berdewama girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû ya dîl girtî kir.
Di danişîna doza 11 rojnamegeran a li Enqereyê de li şahidê eşkere hate guhdarîkirin. Tevî pirsên biisrar ên şandeya dadgehê jî şahid got ku ew rojnamegeran nas nake.
Hate zanîn ku jinên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de her tim rastî tacîza polîsan hatine û di bin navê ‘mulaqatê’ de wergirtina îfadeyê li wan hatiye ferzkirin.
ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatin kirin û herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku girtî tê darizandin got ku ew ji ber nivîsandina rastiyan tê darizandin.
Di lêpirsîna bi îdiaya “peywîrdarê cemaweriyê hedef nîşan dane” derbarê rojnamevanan de hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hate dayîn.
Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk ji bo rûxandina mezarê Yakup Yalçin ê YPS’î, li mezraya Kanîspiyê ya navçeya Dutaxê lêgerîn kirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd banga diyalog û muzakereyê kir û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo pêşiyê li pêvajoyeke nû ya aştiyê veke xwediyê rola herî girîng e.”
Di doza têkildarî revandina zaroka êzidî de nûnerên rêxistinên hiqûqê û Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ji eywanê hatin derxistin.