Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
- rojane
- 12:53 25/1/2024
Endamê Komeleya Alimên Amedê Mela Mehmet Şen, lêdana mele ya li navçeya Pasûra Amedê ya ji ber xutbeyê qewimî şermezar kir û got: “Divê xutbe bi zimanê civakê be ku emrên xwedê yên tên vegotin ji hêla civakê ve bên fêmkirin. Lê ji civaka kurdan re bi tirkî xutbeyan dixwînin û ev yek ne îslamî ye, ne însanî ye. Bi ti şeklî nayê qebûlkirin.”