ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
- rojane
- 09:00 30/1/2024
Li navçeya Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda ne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li kampa Holê 8 kesên din hatine girtin.
Çalakvanên Nobetên Edaletê destnîşan kirin ku heta digihin armanca xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Malbatên girtiyan ên li Wanê wiha gotin: “Êdî roj roja azadiyê ye. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”
Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên elewiyan, Dêra Santa Maria ku rastî êrişî hatibû kirin.
Rojnameger Sofya Alagaş ku li Amedê hatibû binçavkirin hate berdan.
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê de hatine binçavkirin bû 51.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, têkildarî îdiayên Alî Kiratli yê AKP’î yên “hilbijêr veguhestin” de ev bersiv da: “An dê vê yekê îspat bike an jî dê lêborînê bixwaze û îstîfa bike.”
DEM Partiyê di bernameya danasîna namzetên şaredariyan de strana xwe ya hilbijartinê jî eşkere kir.
Girtî Alî Manaz ê 30 sal in girtî bû û berdana wî 6 mehan hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Tekîrdagê hate berdan.
Ji ber barîna berfa zêde li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan hatin girtin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di danasîna namzetên hevşaredaran de diyar kir ku doza wan doza gelê kurd û elewiyan e û wiha got: “Em ê teqez serbikevin û bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin.”
DEM Partiyê di danasîna namzetên hevşaredariyê yên jin de muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn.
Endamên Partiyê yên greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê didomînin, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê bidawîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Di dema çalakiyên ji bo Jîna Emîniyê destpêkirin de Zekeriya Xeyal ê 16 salî jî li Pîranşarê hatibû qetilkirin. Navê Zekeriya Xeyal dan pitikê malbatê yê nû ji dayik bû.