Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir

  • rojane
  • 13:01 11 Tîrmeh 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên merasîma dîrokî ya îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” hatin weşandin. Komê, çekên xwe îmha kir.

Komeke PKK’iyan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê çekên xwe îmha kir. “Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîm li dar xist.
  
Di merasîmê de wiha hate gotin: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike. Ji bo ev armanc pêk were, em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.”
 
Dîmenên merasîma komê hatin weşandin. Koma Aştî û Civaka Demokratîk, çekên xwe îmha kir.