AMED - Îffet Zugurlî ku şahidiya damezirandina PKK’ê kiribû, li mala xwe ya li Deşta Fîsê merasîma şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” temaşe kir.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Li gel şandeyên navneteweyî, gelek rojnameger, nivîskar û siyasetmedarên Tirkiye û Kurdistanê jî merasîm şopandin.
PKK, di 27’ê Mijdara 1978’an de li maleke li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê bi tevlibûna 22 kesan hate avakirin. Li vê malê jî kelecaneke mezin ji bo merasîma îmhakirina çekan hebû.
Malbata Zugurlî ku şahidiya damezirandina PKK’ê kiribû, merasîma şewitandina çekan li ber ekranên televîzyonê temaşe kir. Îffet Zugurlî ku dema kongreya PKK’ê hatî lidarxistin 19 salî bû, merasîma şewitandina çekan li ber ekranê temaşe kir.