Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin

  • rojane
  • 12:05 11 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Aştî û Civaka Demokratîk ev daxuyanî da: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike.”

Çav û guhê cîhanê li merasîma ku dê li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bê lidarxistin e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Newroza 1973’yan de bingeha PKK’ê amade kir û di 27’ê Mijdara sala 1978’an de jî li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê damezirand. PKK, îro jî gavekî dîrokî diavêje. Komeke PKK’î bi merasîma li dar xistî çekên xwe îmha kir. 
 
Abdullah Ocalan, tevî girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke dîrokî kir. Di banga bidîmen a di 9’ê Tîrmehê hate weşandin de ev gotin derket pêş: “Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin. Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
 
KCK’ê jî bersiva Abdullah Ocalan da û got: “Em bibiryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin.” KCK’ê, di daxuyaniya xwe de got: “Divê were zanîn ku pêvajo, bi yekalî û tenê bi gavên em diavêjin pêş nakeve. Divê nêzikatiyeke rast li hemberî pêvajoyê hebe û gavên hewce divê bên avêtin.”
 
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser banga Abdullah Ocalan îro bi merasîmekê çekên xwe îmha kir. 
 
ANF’ê, daxuyaniya komê weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Ji bo gelê me û Raya Giştî; 
 
Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin.  
 
Beriya her tiştî ji ber ku hûn şahidiya vê çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin. 
 
Li dijî êrişên bi armanca tunekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cuda û ji herêmên cuda em komeke ji jin û mêr ên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.  
 
Heke îro em li vir amade ne, ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.  
 
Dîsa hatina me ya vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê.  
 
Heke îro em li vir amade ne, ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyê ye.  
 
Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike. 
 
Ji bo ev armanc pêk were, em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin. 
 
Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe wesîleya pêkanîna aştî û azadiyê. 
 
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de gotibû, ‘Ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hûn li gorî vê rêgezê tevbigerin.’ 
 
Em bi dil û can tev li vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bextewar in. 
 
Em baş dizanin ku heta niha tu destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin.  
 
Berevajî vê, her serkeftineke me ya rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin.  
 
Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serkeftinên nû, em jidil bi fikir û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.  
 
Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevrêyên xwe jî bawer in.  
 
Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vediguhere gola xwînê.  
 
Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye.  
 
Ji ber vê çendê, em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendin girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin. 
 
Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me yên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin. 
 
Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, aşkera piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.  
 
Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanên pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. 
 
Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, hiqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me ya dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me.  
 
Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin. 
 
Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e; 
 
Pêwîste vê pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin. 
 
Zilim û mêtingerî wê bi dawî bibin, azadî, piştevanî û hevgirtin wê bi ser kevin. 
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez bi ser keve. 
 
11’ê Tîrmeha 2025’an 
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk”