Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma

  • rojane
  • 09:59 20 Çile 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Lingê rastê yê Abdulkadîr Kûday ê piştî hat girtin û nehat dermankirin felc ma. Kûday ê piştî salan teşhîsa xelet danîn ser û emeliyat kirin, hate asta ku nikare bimeşe.  

Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin. Di encama dermankirina dereng û teşhîsa xelet lingê Kûday ê rastê felc ma. Kûday, ê di encama tetkîkên hatin kirin de hat diyarkirin bi nexweşiya Amyotrofîk Lateral Skleroz (ALS) ketiye, di 12’ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa Rehabîlîtasyon (R) ya Hejmara 2’yan a Metrîsê hat kirin. Kûday ê ji ber teşhîsa dereng felc ma, ji ber bi nexweşiya ALS ku tedawiyeke wê nîne ketiye, ji bo rewşa wî ya tenduristiyê were diyarkirin serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) hat dayîn. 
 
LINGÊ WÎ YÊ RASTÊ FELC MA
 
Kekê Kûday û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Salîh Kûday, diyar kir ku piştî birayê wî hat girtin qasî 4 salan nehat dermankirin û nebirine revîrê jî. Kûday, dazanîn ku beriya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dermankirina birayê wî hatiye qebûlkirin, teşhîsa fitika piştê danîne ser û biryar hatiye dayîn ku birayê wî were emeliyatkirin. Kûday, bi lêv kir ku ji ber her tim emeliyata birayê wî dihat taloqkirin encam di Hezîrana 2021’an de emeliyata fitikê hatiye kirin. Kûday, anî ziman ku di nava vê pêvajoyê de lingê birayê wî yê rastê bi temamî felc maye, tevî ku êş û janên wî berdewam kirine jî tedawiya wî nehatiye kirin. 
 
NIKARE BIMEŞE
 
Kûday, dazanîn ku beriya 3 mehan teşhîsa ALS danîne ser birayê wî, nexweşî derbasî lingê wî yê din bûye û destnîşan kir ku tevî hişyariyên rêxistinên tenduristiyê jî dereng hatiye dermankirin. Kûday, diyar ki ku di encama dereng xistina dermankirina wî niha nikare aliyê xwe yê rastê bikarbîne û wiha got: “Nikare tena serê pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Nikare bimeşe. Di asteke ku nikare biçe lavaboyê jî. Teqat di destê wî de nemaye. Emeliyata fitikê hat kirin lê bijîjkan got nebaş bû ku ev emeliyat hat kirin.”
 
NEHAT DERMANKIRIN
 
Kûday, bi lêv kir ku heke birayê wî di demê xwe de hatibûya dermankirin felc nedima û wiha got: “Nexweşiya wî nedihat vê astê. Da bikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Qasî 4 salan nebirin revîrê jî. Piştî ku rêxistinên sivîl ên civakî, parlementerên me li ser sekinin hat dermankirin û emeliyatkirin.” Kûday, anî ziman ku ne pekane birayê wî di girtîgehê de were dermankirin û wiha berdewam kir: “Dixwazim birayê min were berdan û li mala xwe were dermankirin. Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Bi mirinê re rûbirû ne. Her çiqas girtiyên nexweşên giran jî bin nayên berdan. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û rojên xwe yên dawî li malên xwe derbas bikin.”
 
DERBARÊ ABDÛLKADÎR KUDAY DE
 
Kûday, ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî kuştina 2 kesên li navçeya Qosera Mêrdînê yên di 6-8’ê Cotmehê çalakiyên Kobanê de dihat birêveberin, bi 19 kesan re hatibû girtin, ji wê dîrokê ve di girtîgehê de tê ragirtin. Di encama darizandina 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate kirin de 17 kesan beraet kir. Ji Kûday, Yavûz Akar û Mehmet Gultekîn ên di qeydên HTS’ê de hatin aşkere kirin ku di taxên cuda de ne jî 2 caran cezayê hefsê yê muebbeta girankirî hat birîn. Dosya piştî li Dadgeha Îstînafê  hat pejirandin şandin Dadgeha Bilind. 
 
MA / Ahmet Kanbal