503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin

  • rojane
  • 13:42 20 Îlon 2021
  • |
img
DİYARBAKIR - Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag diyar kir ku ji 503 cenazeyên ku di goristanên bêkesan de hatine veşartin ji wan tenê 45 kes di du salên dawî de radestî malbatên wan hatine kirin û îşkenceyek sîstematîk li ser cenazeyan tê sepandin. 
 
Endamên YPS’ê û HPG’ê yên di qedexeya derketina derve ya ku li bajarên bakurê Kurdistanê hatin ragihandin û di şerên qewimîn de jiyana xwe ji dest dane nadin malbatên wan û li goristanên bêkesan tên hatine veşartin. Ji 103 serlêdanên ku ji bo wergirtina cenazeyan hatine kirin tenê 45 cenaze hatine wergirtin. Li Meletiyê 270, li Wanê 75, li Sêrtê 100, li Xarpêtê 30 û li Amedê 28 bi giştî 503 cenaze hatine veşartin. 
 
Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevaniya Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmus Karadag têkildarî nedana cenazeyan axivî. 
 
‘NEFRETÊ JI MALBATAN DIKIN’ 
 
Karadag anî ziman ku cenazeyên li Goristanên Bêkesan hatine veşartin ne “bêkes” in û got: “Ev kes bêyî malbatên xwe li goristana bêkesan tên veşartin. Ev ne exlaqî û ne jî olî nayê qebûlkirin. Yên ku îro girîngiyê didin olê, dema dor tê cenazeyan, bi nefret nêz dibin.” 
 
‘MALBAT JÎ TÊN ÎŞKENCEKIRIN’ 
 
Karadag diyar kir ku di du salên dawî de 103 malbatan serî li komeleya wan dane û wiha got: "Ji van malbatan tenê 45 malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Cenazeyek li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê ragirtin. Ev cenaze ji xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Malbat tevî ku 3 meh berê serlêdan kir jî hêj bi encam nebûye. Malbatên me bi salan li benda endama testa DNA’yê disekinin. Bi cenazeyan re îşkenceyek sîstematîk li malbatan jî dikin. Êşa malbatan kûrtir dikin. Hestiyên zarokên malbatan jî ji bo malbatan zêde dibînin. Tenê ne îşkence li ser cenazeyan e, di heman demê de goristenek ku li bajarên Kurdistanê nehatin xerakirin nemaye. Em ê malbatên xwe bi tenê nehêlin. Divê demildest dawî li vê bêwîjdaniyê were.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî