NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelparêz a rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide hatiye destnîşankirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal derbarê serdana xwe ya duh (31’ê Cotmehê) a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di çarçoveya serdana malbatê de daxuyaniyek da.
Omer Ocalan diyar kir ku tenduristiya Abdullah Ocalan û moralê wî baş e û ev tişt parve kir: "Di 31’ê Cotmehê de, wekî malbat me bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelparêz a rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide hatiye destnîşankirin. Tenduristiya rêzdar Ocalan û moralê wî baş bû, silavên xwe ji gelê me re şand."
Abdullah Ocalan, di çarçoveya serdana xwe ya malbatê de di 31’ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi malbata xwe Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin pêk anî.
