JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
- jin
- 12:10 07/5/2024
Li gorî çeteleya meha nîsanê ya JINNEWS’ê; di meha nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çeteleya meha nîsanê ya JINNEWS’ê; di meha nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinan a meha nîsanê eşkere kir. MKG’ê da zanîn ku di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin û darizandina 24 rojnamegeran jî domiya.
Meclisa Jinan a DBP’ê di danezana encama civîna xwe ya di 4’ê Gulanê de wiha got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe ku komkujiya hiqûqê ye, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ku muxatabê esasî yê çareseriyê ye, em ê siyaseta xwe ya jiyan û aştiyê bidomînin.”
Ji ber ku keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî di bin navê “zewacê” de hatibû tecawizkirin, doz hatibû vekirin. Doz, li îstînafê hatibû betalkirin û jinûve hate lidarxistin. Danişîna dozê hate taloqkirin.
Kesê bi navê Adem Ç. li navçeya Îlkadimê hevjîna xwe Saadet Ç. qetil kir.
Hejmara nû ya Kovara Jînê bi manşeta “Dê hiqûqa nêrza têk biçe, jin bîatê nakin!” derket.
Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP’ê 32 jin hatine qetilkirin û 13 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Jinan xwestin rojnamevan Solîn Dal, Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên têkoşîna jinan didin meşandin demildest bên berdan û wiha gotin: “Heta ku em hevalên xwe bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hûn nikarin têkoşîn û piştevaniya jinan asteng bikin.”
Meclisa Jinan a Egîtîm Senê daxuyand ku ew ê mufredata nû ya wekheviya zeyendiya civakî red dike, qebûl nekin.
Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê ber bi îro ve di qawîşa yekkesî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Women Press Freedom di rapora xwe de destnîşan kir ku sansura desthilatan bi girtina rojnamegeran didome û diyar kir ku di sala 2024’an ber bi îro ve 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne.
Ashfaq Ahmad Qureshi di metbaxa mala xwe ya li navçeya Kepezê de wek mirî hate dîtin. Kurê wê Ahsan Alî Qureshi bi sûcdariya "kuştina bi qastî" hate girtin.
Li Wanê jinan ji bo danişîna doza têkildarî kuştina Fatma Ogûr a ji aliyê hevjînê wê ve sibê were li dar xistin banga tevlibûnê kirin.
Derheqê 33 jê jin bi giştî 35 kesan de bi sedema tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûne doz hatibû vekirin û di dozê de biryara beraetê hate dayîn.
Hevşaredara Gimgimê ya berê Sabîte Ekîncî ya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dihate ragirtin hate berdan, bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û herkes vexwend ku bi hestiyar bibe.