• img

    Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê

    • jin
    • 14:27 12/12/2017

    TJA, bi wesîleya hefteya mafên mirovan rapora der barê jinên girtî û rewşa girtîgehan de bi raya giştî re parve kir. TJA, di raporê de diyar kir ku bi KHK û OHAL'ê civak xistine bin kontrolê û di 3 salên dawî de girtîgeh kirine kampên dîlgirtinê. TJA da zanîn u 9 hezar û 708 jin girtî ne.

  • img

    'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'

    • jin
    • 09:23 11/12/2017

    Endama Komeleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Hîlal Karûl dest nîşan kir ku wê bi "navbeynakariyê" re şideta li hemberî jinê zêde bibe û wiha got: "Dema şidet li jinê bê kirin, wê nehêlin ku dengê xwe derxîne."

  • img

    Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît

    • jin
    • 09:21 11/12/2017

    Rûniştina doza kuştina Şehrîban Dînç a hevjînê wê Esat Dînç ew qetil kir, dê di 13'ê Kanûnê de bê dîtin. Dozger lêpirsîna der barê kujer Dînç de bi dawî kir û ferdên malbatê yên piştgirî dan kuştina Şehrîbanê, bê sûc dît û pêwîstî bi lêpirsînê nedît.

  • img

    Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir

    • jin
    • 17:30 10/12/2017

    Dadgeha Giştî ya Seqizê jina kurd a bi navê Zemane Zêwe bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya referandûma li Herêma Kurdistanê bûye, bi lêdana 50 qamçiyan ceza kir.

  • img

    Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir

    • jin
    • 09:10 10/12/2017

    Hevjîn Zelîha û Necdet Cankurtaran ên 21 sal berê ji ber bêkariyê, ji Sêwaz û Geverê koçî Stenbolê kirin, piştî fêrî karê tekstîl û dirûnê bûn, vegeriyan gundê Kerpêlê û kargeriya dirûnê vekirin. Zelîha û Necdet bi maşîneyek dirûnê kargerî vekirin niha 35 jin karê dirûnê dikin.

  • img

    Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin

    • jin
    • 21:23 09/12/2017

    Prof. Dr. Feride Aksu di panela "Îxraca KHK'ê û rûyê wê yê nayê dîtin: Cerebeyên jinan ên jiyanê" ya ku Meclîsa Jinan a KESK'ê pêk anî de diyar kir ku ji ber îmze avêtiye danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" ne poşman e û baş e hatiye îxrac kirin.

  • img

    Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin

    • jin
    • 09:43 09/12/2017

    Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, diyar kir ku dûrxistina jinan a ji siyasetê ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Gullu bang li hemû jinan kir û wiha got. "Heke em bibin yek em ê bi ser kevin."

  • img

    'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'

    • jin
    • 09:42 09/12/2017

    Derûnas Tolga Nasûh Aran, der barê pêlîstokên ku bûkanî li wan hatiye kirin û li her derê tên firotin û tesîra wan a li ser zarokan nirxand û wiha got: "Pêlîstokên bi vî rengî wek tiştekî asayî tên ditin. Lê rê li pêş zewicandina zarokatiyê vedikin."

  • img

    Jinên vî gundî şîfayê belav dikin

    • jin
    • 09:26 09/12/2017

    Jinên li gundê Bogatepe yê Qersê piştî komele ava kirin bi berhemên alternatîf yên tibê şîfayê belav dikin. Jinan bi vê xebata xwe rûpelek nû li dîrokê vekirin. Jinên ku komele avakirin li kargeriya xwe gihayan kom dikin û ji bo nexweşiyan dikin dermanê bi şîfa. Gundiyên nexweş dikevin li şûna biçin nexweşxaneyê tên derman ji van jinan distînin.

  • img

    Qeyûm bostan jî hişk kir

    • jin
    • 09:24 09/12/2017

    Cîgira Şaredariya Akdenîzê ya berê Sebahat Gençtarîh diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re gelek xebat û plansaziyên jinan hatine rawestandin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm re bostanên ku me ji bo jinan plansaziya wan dikir hişk bûn."

  • img

    ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'

    • jin
    • 12:58 08/12/2017

    Xebatkara Weqfa Piştevaniya Jinê Nîhan Damarli, diyar kir ku jinên rastî tundiyê tên, dema diçin qerqolan, li wir jî tên sûcdarkirin û wan dişînin malên wan û wiha got: “Herî zêde jin li qereqolan rastî muameleyên xerab tên.”

  • img

    Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye

    • jin
    • 09:12 07/12/2017

    Şukran Cansever li navenda Wanê xwarinpêj vekiriye û masiyan di tendûrê de dipijîne. Cansever aşkera kir ku bi vî awayî çêja masiyan xweştir e.

  • img

    33 sal in bêsîgorta karê malan dike

    • jin
    • 09:35 06/12/2017

    Karkera malan Arzû Çelebî ku di nava şert û mercên xerab de dixebite 33 sal in bêsîgorta dixebite.

  • img

    Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan

    • jin
    • 15:12 05/12/2017

    Li Mêrsînê jinan bertek nîşanî revandina xwendekara zanîngehê Zelal Topçul a ji mînîbusê dan û diyar kirin ku dê li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

  • img

    Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

    • jin
    • 14:28 05/12/2017

    Hat îdiakirin ku li Rihayê jina ciwan Ayşe S. întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.

LÊGERÎN