Jin li Kolnê li dijî Erdogan meşiyan
- jin
- 13:12 27/9/2018
Jinên li Kolnê li dijî Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.
Jinên li Kolnê li dijî Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.
Li Êlihê, mêrê bi navê P.K., ji bo fuhûşê gef li jina bi navê B.R. xwarin. B.R., giliyê P.K. kir. P.K. hat binçavkirin û piştî îfadedayînê bi hinceta "delîl kêm in" hat berdan.
Karker Burcu Koçlu ya ji sedî 54 astengdar e, piştî bi sedema "Krîz heye" ji kar hat avêtin, li ber febrîqeya lê kar dikir dest bi çalakiyê kir. Koçlu, diyar kir ku tenê rêya guhertina şertên koletiyê ewe ku mirov xwe bi rêxistinkirin bike.
Li Navçeya Saruhan a Manîsayê Jinên karker ên çandiniyê ku di nava zeviyan de kar dikin, bi keda zêde û heqê kêm kar dikin. Jinan diyar kirin ku ji hemû mafê xwe yê karkeran dûr in û her tişt zem dibe, lê heqê keda wan zêde nabe. Jinan anîn ziman ku êdî rewşa wan karê nanozikê jî derbas kiriye.
Jinên Colemêrgî, bertek nîşanî girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û gotin: “Şert û mercên we ji bo Enîs Berberoglu pêk anî, em dixwazin ji bo Leyla Guven jî bên pêkanîn.”
Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a “Kriz tune. Hemû manipulasyon/derew e” dan û wiha gotin: "Ji ber zemê her roj zêde dibin em nikain pişta xwe rast bikin. Em nêvî têr û birçî dijîn. Hûn dibêjin em di heman keştiyê de ne. Lê heqê rêya me ya dolmîşê tune. Em çawa di heman keştiyê de ne."
Serokê Baroya Mêrsînê parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz, bertek nîşanî cezayê kêm dayîna bersûsê Feray Şahîn Fatîh Burak A yê polîs û got: “Biryara hat dayîn wijdana civakê û malbatê rehet nekir.”
Meclîsa Jinan a HDP'ê piştî civîn pêk anîn, dest bi hamleya rêxistinê dikin.
Jinên Îzmîrî der barê serdema nû ya Melîsê de ya di 1'ê Cotmehê de dest pê bike, fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku barekî mezin dikeve ser milê parlementerên jin.
Pirtûka “Kurd Siyasetînin Mor Rengî” ya ji ezmûnên jinên di siyaseta herêmî û giştî de peywir girtin û niha di girtîgehê dene pêk tê, dê bi etîketa weşanxeya Dîpnotê di 21’ê Îlonê de di refan de cih bigire.
Li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê, 22 girtiyên jin ragihandin ku hema bêje her hefte ceza li wan tê birîn. Jinan diyar kir ku li qawîşan 6 kamera hene û her çend Wezareta dadê diyar kiriye ku ev kamera bên rakirin, lê dîsa jî nehatine rakirin. Jinan destnîşan kir ku ji ber wan ser kamerayan girtiya, cezayê huceryê li 30 kesî hatiye birîn.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, ji bo piştevaniya rojnamegerên jin ku ew ê vê hefteyê daneşîna doza wan bê dîtin, banga tevlibûna daneşînê kir.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê darvekirinên aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Muradî û pismamê Zanyar Luqman Muradî de daxuyanî da û got: “Darvekirin sûcê mirovahiyê û divê rejîma Îranê demildest dest ji van kiryarên xwe yên sûcê mirovahiyê ber de.”
Songul Polat ku di zarokatiya wê de malbata wê bi zorê ew zewicand û di dema zewicandinê de tim şidet lê hatin kirin, ji roja ku hatiye xapandin ji bo xwe bi xwe bijî têdikoşe. Polat, bang li hemû jinan kir ku xwe li bêdengiyê daneynin û got: "Bila tiştên li wan tên kirin qebûl nekin. Bila nebêjin zaarokên me hene û nebêjin dê mala min bela bibe."
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Pisporê Welidandina Jinan H.K., li jina ducanî ya penaber ku ji Sûriye hatiye neheqî kir û got: “Hûn ji Sûriye direvin tên vir û hûn xwe ducanî dikin" Serhekîm ê bi jina ducanî re niqaş kir, jina penaber sucdar kir.