• img

    ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'

    • jin
    • 12:44 23/11/2019

    Komeleya Jinan a Roza li Amedê komxebata “Jin jiyanek bê tundî diaxivin" li dar xist. Di komxebatê de Serkoê Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, diyar kir ku xwe digînin jinên rastî tundiyê tên û hewl didin ku alîkariyê bidin wan. Kaya anî ziman ku dê têkoşîn û alîkariya xwe ya jinan berdewam bikin.

  • img

    Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin

    • jin
    • 12:30 23/11/2019

    Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandin. 207 jin jî, bi awayeke bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandine.

  • img

    'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’

    • jin
    • 12:03 23/11/2019

    Pispora Karê Civakî Belgîn Işik, derbarê paketa nû ya darazê ya derbarê jin û zarokan bê sererastkirina de axivî û got: “Bi sînordarkirina nafakayê wê jinan hepsî malê bikin û tundiya li dijî jinan zêdetir bikin. Ev jî wê welat 30 salan paş bixe.”

  • img

    Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan

    • jin
    • 10:41 23/11/2019

    Jinên Bajaroka Perîyê ya Dersimê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin, bertek nîşanî ayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li Qadan bin û li vîna xwe xwedî derkevin.

  • img

    Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn

    • jin
    • 10:23 23/11/2019

    Li Şaredariya Sêrtê, piştî sepana JinKart ku jin pê bi awayekî daketî li wesayîtên rêwitiya komî siwar dibin, niha jî 5 jinên ajokar derbasî dîroksiyonê bûn û dest bi dayina xizmetê kirin.

  • img

    Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin

    • jin
    • 16:13 22/11/2019

    Jinên rihayî lîstîka 'Kozik' ku ji aliyê Koma Şanoya ya Mencel a Wanê ve tê lîstin, temaşe kirin.

  • img

    Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin

    • jin
    • 15:46 22/11/2019

    Jinan li Enqereyê banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê kir. Jinan li Edene û Antalya jî kartên pitşevaniyê ji jinên girtî re şandin. Jinên Anarşîst jî li Stenbolê daxuyanî dan.

  • img

    ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike

    • jin
    • 13:52 22/11/2019

    Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkere kir û diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP'ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêd edike.

  • img

    Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin

    • jin
    • 10:22 22/11/2019

    Parêzer Sena Yazibagli Gul, diyar kir ku sererastkirinên mîna "nefaqa xîzaniyê" û "zewaca di temenê biçûk de" ku di paketa duyemîn a Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê de cih digirin, zewaca di temenê zarokatiyê de meşrû dikin û bi vê tê tê xwestin ku desftkeftiyên jinan bên tunekirin.

  • img

    'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'

    • jin
    • 09:20 22/11/2019

    Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê jin li hemberî şideta zilaman û dewletê têdikoşin û got, ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê qîrîna "em dixwazin bijîn" hîn bêtir bê bilindkirin.

  • img

    Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin

    • jin
    • 16:29 21/11/2019

    Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji girtiyên jin re qertênn piştevaniyê şandin.

  • img

    Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî

    • jin
    • 09:05 21/11/2019

    Payîz Tûrsûn ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandibû, di 52 saliya xwe de çû zanîngehê û bi navê "Payîza emrê min, bihara dilê min" pirtûkek amade kir. Tûrsûn, ji bo pirtûka xwe got: "Xeyala min a zarokatî û ciwantiyê."

  • img

    Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'

    • jin
    • 09:02 21/11/2019

    Wê Komîsyona LGBTÎ Jin a TGS'ê jî di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "em jî hene" dakeve qadan. Endama komîsyonê Gulfem Karataş, bal kişand ser pirsgirêkên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin û gazî jinan hemûyan kir ku dakevin qadan.

  • img

    Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin

    • jin
    • 14:59 20/11/2019

    Jinan di daxuyaniyên li bajarên dan de banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê li her kesî kirin.

  • img

    Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike

    • jin
    • 09:16 20/11/2019

    Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.

LÊGERÎN