Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye

  • jin
  • 15:29 12 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqzanan diyar kir ku ji kuştina parêzer Dîlara Yildiz îqtidara siyasî berpirsiyar e û wiha gotin: “Şirîkî vî sûcî ew kesên ku ser cînayetên jinan digirin e. Destê hemûyan di qetilkirina Dîlara de heye.”

Li navçeya Tûzlaya Stenbolê çawişê pispor Oktay Donmez parêzer Dîlara Yildiz qetil kiribû. Hiqûqzanan li gelek bajaran ji bo Yildiz daxuyanî dan. 
 
Li Enqereyê jinên ji rêxistinên hiqûqê ji bo Yildiz li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirinê dan. Li Amedê jî Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Erînç Sagkan ê ji bo doza Tahîr Elçî li edliyê amade bû jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
Li Rihayê jî Navenda Mafê Jinan a Baroyê jî jinên hiqûqzan li ber avahiya baroyê daxuyanî dan. Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê jî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat destnîşan kirin ku berpirsiyariya vê kuştinê îqtidara siyasî ye û wiha gotin: “Şirîkî vî sûcî ew kesên ku ser cînayetên jinan digirin e. Destê hemûyan di qetilkirina Dîlara de heye.”