AMED - Di roja şeşemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de, 18 fîlm hatin nîşandan. Temaşevan û derhêner piştî fîlman gotûbêj kirin.
Di navbera 7 û 14'ê Kanûnê de 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê tê lidarxistin. Festîval di roja 6'emîn de bi coş berdewam kir. Di roja 6'emîn de 18 fîlm hatin nîşandan.
Ev fîlm hatin nişandan: Fîlma Coexistence My Ass! ku derhêneriya wî Amber Fares kiriye, Aurora’s Sunrise ku derhêneriya wî Inna Shakyan kiriye, Gunduz Apollon Gece Athena ku derhêneriya wê Emîne Yildirim kiriye, Fanon ku derhêneriya wî Jean-Claude Barne kiriye, Cûdiyê Miradan ku derhêneriya wê Semîha Yildiz kiriye, Asefcîler, Ruyalar, Otlat ku derhêneriya wê Zelal Sadak kiriye, Tas ve Su ku derhêneriya wê Nalîn Acar kiriye, Pîrê Zekî ku derhêneriya wê Bêrîvan Bagi kiriye, Kapi ku derhêneriya wê Evîndar Toku kiriye, The Mysterioud Andventures Of Claude Conseil ku derhêneriya wî Paul Jousselin kiriye, What if the sun plunged into the ocean of the clouds ku derhêneriya wî Wissam Charaf kiriye, Al the mountains give ku derhêneriya wî Arash Raksha kiriye, The mountain won’t move ku derhêneriya wê Petra Seliskar kiriye, Gukla ku derhêneriya wê Emîne Uysal Berger û Ozgur Ceylan dikin, Neredeyse kesînlîkle yanlis ku derhêneriya wê Cansu Baydar kiriye, In a drop Valerîa, Like a son ku derhêneriya wî Nicolas Boukhrief kiriye, The fourth Wall ku derhêneriya wî David Oelhoffen.
Sibe jî 18 fîlm dê werin temaşekirin, panel û kargeheêk bê lidarxistin.
