Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin

  • jin
  • 09:02 21 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE- Meclîsa Jinan a KESK'ê ji bo mijarên ku bi salan e nîqaş dikin pêk bîne li hev kom bû, biryar girt ku komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixe. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KES), piştî serdana 40 bajaran, di 2-3'yê Cotmehê de li Enqereyê civîna Meclîsa Jinan li dar xist. Di civîn de ku zêdetirî 100 jin tevlî wê bûn, hin biryar hatin girtin. Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Koyûn, têkildarî serdanên kirin û biryarên girtin de axivî.   
 
Gevher, diyar kir ku şert û mercên pandemiyê di warê xebatê de bûne cihê zehmetiyan û got: "Hin ji me li malê xebitîn. Lê em bi vê re bi pênaseyeke pirkarî re rû bi rû man. Di hin qadên karî de barê me giran bû." 
 
PERWERDEHIYA WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVAKÎ
 
Gevher, diyar kir ku dê di warê wekheviya zayendiya civakî de hin xebatan bikin û got: "Dê nîqaşên me yên ku li cihên kar perwerdehiya wekheviya zayendiya civakî bê dayîn, bidomin. Dê israra me ya ji bo peymanên ku li cihê kar pêşî li tahdeyê bigirin bidome." 
 
STARE
 
Gevher, destnîşan kir ku ji bo jinên tahde li wan tê kirin stare kêm bin û ev pirsgirêk di dema pandemiyê de zêdetir bûye. Gevher got: "Di dema pandemiyê de gelek jinên ku nikaribûn ji mal derkevin û serlêdanan bikin, bêtir bi tahdeyê re rû bi rû man. Jin dixwazin stareyên ji bo wan bên zêdekirin. Em ê jî vê daxwazê bînin ziman." 
 
GREV Û RÊXISTINBÛYÎN
 
Gevher, ragihand ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşa Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinê jî biryara lidarxistina çalakiyan girtine. Gevher, bilêv kir ku ji zû de ye greva jinan nîqaş dikin û got: "Bi salan e di rojeva me de ye, lê em ê îsal hîn bêtir berçav bikin û em ê di 8'ê ADarê de dev ji kar berdin û gervê birêxistin bikin. Têkildarî hevalên me yên jin ên bê sîgorte dixebitin jî planên me hene." 
 
Gevher di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "A rast, em ê ji bo pratîka mijarên ku bi salan e em nîqaş dikin israr bikin. Em difikirin ku ji bo kreşan kampanyayekê bidin destpêkirin. Ji xeynî vê em difikirin ku têkildarî şer, penaberî û keda jinê komxebatekê li dar bixin. Em ê israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin."