Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin

  • jin
  • 16:43 12 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Berdevka Demî ya TJA’yê ya sibe bêdîtin bang kirin û gotin: “Em ê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bênavber biqîrîn.”   
 
22’yemîn danişîna doza bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê kirin” û “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de hatibû vekirin, wê sibe li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. 
 
Aktîvîstên TJA’yê, ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan a heya niha 84 caran hat binçavkirin û 167’an caran lêpirsîn derbarê wê de hat destpêkirin, bang kirin. 
 
'EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Belgîn Laçîn, bal kişand ser nasnameya berxwedêr a Gokkan û wiha axivî: “Gokkan ew jin e ku tevî hemû zextan jî, bi helwesta xwe ya serfiraz û birûmet destûr neda ku dîwarê şermê bê lêkirin e. Ji bo ku dîwarên sînor bilind nebin, bedena xwe danî holê. Gokkan yek jinên Kurd ku mirov pê serbilind bibe. Emê bi pêşengtiya Gokkan têkoşîna xwe bi berxwedanê dewam bikin. Em ê li dijî hişmendiya ku li qadan jinan tune dihesibîne, tu carî paşve gav ne avêjin.” 
 
'EM Ê DAXWAZÊN XWE BIQÎRÎN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Bîrsen Guneş jî, têkoşîna jinên Kurd bi bîr xist û wiha got: “Bi hezaran jinên mafên xwe û demokrasiyê diparêzin îro bi awayekê bêhiqûq di girtîgehan de ne. Gokkan ji ber ku mafên jinan, azadî, wekhevî, demokrasî û zimanê xwe yê zikmakî parastin, rastî bêhiqûqiyek mezin hat. Em ê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bênavber biqîrîn. Ji bo ku em jin li dora hevala xwe Gokkan kom bibin em bang li hemû jinan dikin ku sibe beşdarî danişîna wê bibin.”