Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe

  • rojane
  • 09:09 2 Hezîran 2020
  • |
img

WAN – Mexdûriyeta 303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji bo ji asta taşeronbûnê derbasî qadroyê bibin 3 caran ketibûn mulakatê û her sê car jî bi hinceta ku “neserkeftîbûnê” derbasbûna wan ji aliyê qeyûm ve nehatibû qebûlkirin, zêdetir dibe.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 306 karker ji bo ku ji asta taşeronbûnê derbasî qadroyê bibin, 3 caran ketin malakatê. Lê her sê car jî “neserkeftî” hatin hesibandin û nehatin derbaskirin. Li gel ku dadgeha kar 3 caran biryar da ku mulakat bê dubarekirin jî hemû karker ji aliyê rêveberiya qeyûm ve “neserkeftî” hatin hesibandin û nehatin girtin. Karkerên ku 26 meh in li benda vegera karê xwe ne, mexdûriyeteke mezin dijîn. Di vê pêvajoyê de karkerekî ji ber pirsgirêkên aborî întÎhar kir, karkerekî jî dema ku karmendên desteseriyê diçûn mala wî qrîza dil derbas kir û mir û karkerek jî di bin aşûta ku mehên zivistanê li Wanê çêbû de ma û jiyana xwe ji dest da.
Karkerên ku li gel biryara dadgehê jî nikarin vegerên karê xwe, pirgirêkên mezin ên aborî dijîn Û gelek ji wan ji bi nexweşiyên giran ketine. Bi taybatî jî di pêvajoya vîrûsa koronayê de karker pirsgirêkên aborî û derûnî jiyan û ji xwe re kar nedîtin. Karkerên ku nikarin vegerên karê xwe, bi giştî dabera nêzî 3 hezar mirovî dikin. Bi mehane li ser medya civakî dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û hevdîtinan dikin. Lê li gel vê yekê jî çareserî ji wan re nayê dîtin û hemû derî li wan tên girtin.
 
FERMAN JI ENQEREYÊ HATIYE
 
Ji karkeran Zafer Ûyar, diyar kir ku li gel daxuyaniya Wezareta Xebatê ku gotibû wê kes neyê mexdûrkirin jî tên mexdûrkirin û wiha got: “Mexdûriyeta me ji ber erdnîgariya me ye. Li gel biryarên dadgehên jî mulakatên me ne serkeftî ten hesibandin. Çawa çidibe ewqas mirov di azmûneke ku 3 caran dikevinê de bi ser nakevin? Li gorî agahiyên ku me girtin; ji Enqereyê ferman hatiye Û ji ber rewşa giştî ya welat me nagirin kar. Em mexdûriyeteke mezin dijîn û dixwazin ku ev pêvajo bi awayekî hiqûqî bi dawî bibe.”
 
PEVAJO WERGERIYAYE ÎŞKENCEYÊ
 
Ji karkeran Sozdar Akdogan jî da zanîn ku di mulakatê de ji ber pirsên ku jê hatine pirsîn bertek nîşan da ye û ev tişt got: “Min ji wan re got, ez li ofise dixebitim pirsên vê derbarê de bipirsin. Li ser vê berteka min pirsan sererast kirin lê dîsa jî me serkeftî nîşan nedan. Piştî ku ji kar hatim derxistim çûm karkeriya demsalî. Lê min gelek zehmetî kişand û bedila keda min nedan min. Ewqas mirov çawa serkeftî ninin? Di hêla derûnî de me têk birin. Ez mafê xwe dixwazim. Ev pêvajo êdî ji bo me wergeriyaye îşkenceyê. Em daxwaz dikin ku ev bêhiqûqî bê bidawîkirin.”
 
MEXDÛRIYETA TENÊ NE YA KARKERAN E
 
Ji karkeran Serkan Sûrkûn jî bi lêv kir ku mexdûriyeta dijîn ne bi 303 karkerî bi sînore û ev tişt anî ziman: “Karkerên nayên girtin nêzî 2 hezar û 500 kesî dinêrin. Gelek caran em bi rêyên hiqûqî bi ser ketin lê ev serkeftina me ji aliyê rêveberekî ve nayê qebûlkirin. Hevalên me hedef hatine nîşandan, ne tenê li vir li tu deverê nayên girtin. Di pêvajoya vîrûsê de me gelek zehmetî kişand. Hevalên me întihar kirin. Ne pekane em vê rewşê qebûl bikin. Ev rewşa berhema zîhniyeta ‘bila mirov biçin kokên daran bixwin’e.”
 

Sernavên din

03/06/2020
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir