AMED - TJA’yê bertek nîşanî polîtîkayên qedexekir ên li Efxanistanê li dijî jinan tên meşandin da û bang li NY û mekanîzmayên navneteweyî kir ku vê rewşê weke sûcê li dijî mirovahiyê nas bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê qedexeyên sîstematîk ên li ser jiyan, perwerdehî, tenduristî û hebûna jinan a li Efxanistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê diyar kir ku qedexekirina ji zanîngehan, astengkirina gihîştina perwerdehiya bijîşkî, rakirina berhemên nivîskarên jin ne tenê desteserkirina mafên takekesî ne, di heman demê de tunekirina siberoja civakî ne jî.
‘ÊRIŞÊN HEVPAR IN’
Bi domdarî TJA’yê wiha got:
“Her çend êrişên li ser jinan li her erdnîgariyê bi awayên cuda xuya dibin jî, ew di bingeha xwe de hevpar in. Li dijî vê pergala ku jinan ji civak, jiyan û siberojek azad dûr dixe; dengê jinên li Efxanistanê berxwedana jinan bilindtir dike. Her wiha dibe yek ji parçeyekî berxwedana ku ji Rojava heta Amerîkaya Latinî û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Qedexeyên ku li ser jinên Efxanistanê tên ferzkirin ne yên rêveberiya herêmî ne; bi heman awayî yên bi têkiliyên mêtingerî, tundiya feraseta mêrperestî û newekheviya desthilatdariyê ve girêdayî ye.
Em wek Tevgera Jinên Azad TJA’yê bi hêza ku em ji paradîgmaya xwe digrin ve bi berxwedana xwe ya bi rê ve dibin ve em wek berpirsyariyeke rêgezî û dîrokî dibînin.
BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR
Banga me ya ji bo NY’ê ye;
* Neteweyên Yekbûyî û hemû mekanîzmayên navneteweyî yên pêwendîdar divê polîtîkayên qedexeker ên li dijî jinan li Efxanistanê hatine pêşxistin wekî sûcek aşkera li dijî mirovahiyê nas bikin û ji bîr nekin ku ew mecbûr in ku li dijî van sûcan biryarên hewcedar bidin.
* Divê hikûmetên herêmî û saziyên dîplomatîk bi rengekî demildest mekanîzmayên zext û çavdêriyê yên bi bandor deynin holê da ku jin bikaribin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.
* Berfirehkirina têkoşîna jinan a navneteweyî, bilindkirina dengê xwe, eşkerekirina zîhniyeta serdestiya mêran û gengazkirina jiyaneke azad û wekhev ji bo hemû jinan, berpirsiyariya dîrokî ya me hemûyan e.
* Çawa ku jinên li Rojava di têkoşîna azadiyê de li dijî hişmendiya serdestiya mêran pêşengî kirin, berxwedana ku îro li Efxanistanê bilind dibe beşek ji heman xeta azadiyê ye, berdewamiya heman sozê ye. Têkoşîna azadiya jinan dê bi bîranînek dîrokî û wêrekiyeke veguherîner ku hem sînoran û hem jî şêweyên desthilatdariyê derbas dike, pêş bikeve û mezin bibe. Em dizanin ku civak bêyî azadiya jinan nikare azad bibe.”