Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê

  • rojane
  • 09:00 31 Gulan 2020
  • |
img
RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku qewimînên li Rojhilata Navîn û cîhanê yekîtiyê li kurdan ferz dikin û got: "Tişta gel ji me dixwaze yekîtiya neteweyî ye. Bi gotinê nabe, divê gav bên avêtin." 
 
Piştî pêşmergeyên girêdayî PDK'ê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe li herêma Zînê Wertê bi cih bûn, di raya kurdan de bû sedema bertek û nerazîbûnan. Ji ber vê careke din girîngiya "yekîtiya neteweyî" derket holê. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser bivênevêbûna yekîtiya neteweyî û got, ji bo yekîtiya neteweyî wext wextaa gavavêtinê ye. 
 
SEDSALA KURDAN 
 
Omer Ocalan, bal kişand ser qewimîn û şerê li Rojhilata Navîn û got, tiştên di sedsala 20'an de qewimîn niha li Sûriye, Kurdistana Federe, Iraq, Lubnan, Tirkiye û Îranê diqewimin. Ocalan, anî ziman ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û got: "Gava mirov vê rewşê di çarçoveya fikr, felsefe û paradîgmaya modernîteya demokratîk a Birêz Ocalan (Abdullah) de şîrove bike, wê pêşeroja Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya Kurdistanê bi awayekî zelal bê fêmkirin. Êdî kurd siyaseta berê nakin. Pêngavine stratejîk pêş dixin, dîplomasiyeke navneteweyî dikin. Her wiha di sedsala 21'ê de li gor pêdiviyên kurdan gav tên avêtin. Berfirehkirin û mezinkirina vê dîplomasiyê bivênevê ye. Wê sedsala 21'ê bibe sedsala kurdan." 
 
GAVINE PRATÎK 
 
Ocalan ku got "Kurdistana azad, xwesteka kurda ye" bal kişand ser bedêlên ku kurdan dane û têkoşîna hevpar a kesên azadîxwaz. Parlementer Ocalan, got: "Ji bo Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratîk, modernîteya demokratîk ji bo alternatîfek e. Ev ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê jî alternatîfek e. Li Rojhilata Navîn ciak hatiye tasfiyekirin û eciqandin. Îjar ji bo ku mirovahî vegere cewhera xwe divê li dor vê paradîgmayê bibe xelek. Êdî wext hatiye, divê ji gotinê wêdetir gavên pratîk bên avêtin. Divê her kes pirsa 'ji bo pêşeroja gelê kurd, ji bo ziman, çand û hunera kurdî ez ê karibim çi bikim?' ji xwe bipirse. Tehemula me nemaye ku em di vê sedsalê de jî bê statu bimînin." 
 
NÊZÎKATIYÊN MALBATΠ
 
Ocalan, anî ziman ku ligel gavên girîng ên ji bo yekîtiya netweyî ya kurd, di dîplomasiya cîhanê de jî gelek tişt tên kirin û got: "Lê belê ligel vê em dibînin ku li hin deveran jihevdûrketin heye. Em li Başûrê Kurdistanê mêze dikin; Silêmaniye li hêlekê, Hewlêr li hêlekê ye. Yanî bûne eşîret bi eşîret, malbat bi malbat tev digerin. Partiya me wekhev nêzî her çar perçên Kurdistanê dibe. Siyaseteke li gor temsîliyeta gel dike. Ên vê bikin jî wê zarokên vî gelî bin. Nêzîkatiyên eşîretparêzî, herêmî û malbatî wê gelê kurd paş ve bibin. Rast e, ji bo statuya kurdan têkoşîneke mezin heye lê ji bo vê jî divê em demokrasiya di nav xwe de pêş ve bixin. Heger ev pêk neyê wê bixitime û wê ev bi kêrî gel neyê. Gotin pir in, lê gavên pratîk pir kêm in. Em tenê bi gotinê nagihên cihekî. Ked, xebat û yekîtî divê. Li Rojavayê jî hin gavên girîn tên avêtin. Bi DYA, Rûsya û Fransayê re hin danûstendin çêdibin. Dîplomasî, girîng e. Tenê ne bi dewletên Ewropayê, DYA an jî Rûsyayê re, divê bi hemû gelan re bê kirin. Divê em têkiliyên xwe tim û tim pêş ve bixin." 
 
LI HER DERÎ YEKÎTΠ
 
Parlementer Ocalan, destnîşan kir ku wê yekîtiya neteweyî tenê ne di çaçroveyeke siyasî, wê di warê perwerdehî, aborî, tenduristî û ziman de jî pêk bê. Ocalan, bal kişand ser kêmasiyên di vî warî de jî û got, di her warî de xebateke koordîneyî divê û divê kurd vegerin cewhera xwe. Ocalan, bilêv kir ku hegere ev pêk bê wê kurd xurtir bibin. 
 
'YEKÎTÎ HÊZ E'
 
Parlementerê Rihayê Ocalan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nêzîkatiya wî ya ji bo yekîtiya neteweyî jî. Omer Ocalan, anî ziman ku Rêberê PKK'ê 21 sal in tê tecrîdkirin, lê belê temsîliyeta vî gelî ye û ku her çar perçeyên Kurdistanê tê naskirin û rêberê her çar perçeyan e. Omer Ocalan, got: "Nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji bo yekîtiya kurdan pir zelal e. Birêz Ocalan, dibêje 'Heya kurd nebin yek wê nikarin siyasetê bikin. Gava nebin yekhêz wê dewletên dagirker û hêzên navdewletî kurdan bera hev bidin.' Hin jê bi Îranê re, hin jê bi Iraqê re, hin jê jî bi Tirkiyeyê re têkiliyan datînin û li ser tunekirina kurdan li hev dikin. Loma Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de li ser yekîtiya kurdan disekine, fikrên xwe beyan dike. Di hevdîtina xwe ya dawî de peymana sala 1982'yan a bi Birêz Îdrîs Barzanî re bibîr xist. Êdî divê em gavina bavêjin û xwedî li hev derkevin. Birêz Ocalan dibêje, 'Gava yekîtî hebe, hûn ê bihêz bin. Gava hûn bihêz bin hûn ê xwedîgotin bin û wê her kes mecbûr bimîne we esas bigire.' Tişta gel ji me dixwaze yekîtiya neteweyî ye. Bi gotinê nabe, divê gav bên avêtin. Wext ne wexta gotinê, wexta pratîkê ye." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

31/05/2020
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî