Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn

  • rojane
  • 17:02 30 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Nivîskarê Ermenî Murad Mihçi, anî ziman ku êrîşên li dijî dêran û gefa li dijî Waqfa Hrant Dink, dişibe beriya pêvajoya Hrand Dink bê qetilkirin û wiha got: "Êrîşan bi gotina Erdogan a 'Bermahiyên şûr' dest pê kir. 
 
Êrîşên li dijî ermeniyan di demên dawî de zêde dibin. Piştî Dêra Ermeniyan a Dzınunt Surp Asdvadzadznî rastî êrîşê hat, li Beykozê dîsa xaça dêrekê hat jêkirin. Li ser van êrîşên vê carê jî peyama ku gefan dixwin ji Waqfa Hrant Dink re hat şandin. Di peyamê de gotin “Em dikarin şevekê bê wext bên" gef li hevjîna Hrand Dink, Rakel Dink û parêzerê wan xwarin. Her çend Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu daxuyanî da û got yên êrîşî dêra Surp Krikor Lusavoriç û kesên gefa mirinê li Vaqfa Hrant Dink xwarine hatine girtin jî dîsa êrîş didomin. Nivîskarê Ermenî Murad Mihçi êrîşên dawî yên li dijî dêrên Ermenî û Waqfa Hrand Dînk nirxand. 
 
HEMAN KONSEPT DI MERIYETÊ DE YE
 
Nivîskar Mihci, anî ziman ku êrîş û gefên li dijî dêr û nirxên ermeniyan di her serdemê de berdewam dike û wiha got: "Berê jî li dibistana Ermeniyan a ku Hrant Dink lê perwerde bûbu, nivîsên nifrînê hatibû nivîsîn. Lê faîlên wan êrîşan nehat dîtin û nehatin darizandin. Peyamên gefa kuştinê ku li dijî Waqfê hatin kirin jî berdewama heman ferasetê ye. Beriya ku Hrant Dink bê kuştin heman gef û êrîş hebûn. Niha heman konsept di meriyetê de ye. 
 
GOTINA ERDOGAN A ‘BERMAHIYÊN ŞÛR' RÊ LI PÊŞ ÊRÎŞAN VEKIR 
 
Mihçi, bal kişand ser gotina Erdogan a "Li nava welatê me her çend hêjmara wan kêm bûbe jî dîsa em destûr nadin çalakiyên terorîstên bermahiyên şûr" û wiha got: "Piştî vê gotinê, kesên xwedî hişmendiya êrîşkar, bêtir hesan tev digerin. Di heman demê de kesên erîş dikin serbest tên berdan. Ev di heman demê de bû cewherê pergala edaleta Tirkiyeyê. Em meraq dikin ku gelo êrîşên li dijî dêrên ermeniyan û cemxameyên elewiyan dê heta ku biçe. Ev polîtîkayên dijminantiyê ne. Bi van polîtîkayên dijminantiyê hemûna xwe berdewam dikin. Mirovên xwedî fikrên azad, ermenî û ez jî di navde dem bi dem peyamên bi vî rengî ji wan re tên şandin. Ji bo Waqfa Hrant Dink jî berê wî jî heman feraset hebû û ev berdewama wê ye. Divê ev peyam rast û baş bên xwendin. Diwazin ermeniyan bitirsînin û bişînin dervê welat."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWIST E
 
Mihçi, herî dawî anî ziman ku piştî 1915’an hêjmara wan gelek kêm bû û wiha got: "Em gelê vir ên herî qedîm in. Em ê bi înad rastiyan bêjin. Ji bo em di nava civakê de aştiyê pêş bixin emê têbikoşin. Em ê li gel hevalên xwe yên Waqfa Hrant Dink li pey parastina fikrên azad bin. Em û mirovên ji bo fikrên azad têdikoşin, bi hevre tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev êrîş nikarin me bitirsînin. Nikarin bi me gavan paşve bidin avêtin. Dijberî vê yekê em ê bêtir bi hevre têbikoşin." 
 

Sernavên din

31/05/2020
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî