Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî

  • rojane
  • 09:01 26 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Havva Gezen a kurê wê Zulkuf ê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, diyar kir ku lawê wê ji bo ku gel azad bijî çalakî pêk anî û got: “Girtiyan ji bo ziman, maf û serokê xwe, dest bi greva bircîbûnê kirin. Bi gotina ‘heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ biryara xwe anîn ziman”

 
Piştî di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi hezaran girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin des bi greva birçîbûnê kirin, di 2'ê Gulana 2019'an de parêzer çûn Îmraliyê û di 26'ê Gulana 2019'an de li ser banga Ocalan, piştî çalakiya 200 rojan, bi hezaran girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin. Di çalakiya greva bircîbûnê de 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîbûn û tecrîd şermezar kiribûn. Di ser çalakiyên girtîgehan re salek derbas bû. Yek ji çalakgerên li zindanê dawî li jiyana xwe anî jî Zulkuf Gezen ê 33 salî bû. Gezen di 17’ê Adara 2019’an de li Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dawî li jiyana xwe anî bû. Havva Gezen a kurê wê Zulkuf Gezen xwe feda kir, di 1'emîn salvegera çalakiya grevê de axivî. 
 
‘HÊJ 18 SALÎ BÛ GIRTIN'
 
Dayik Havva Gezen, qala têkoşîna lawe xwe kir û wiha axivî: “Di 2007’an de beşdarî xebatên partiyê bû. Ji heval, hogir û cîranên xwe re pir baş bû. Hêj 18 salî bû ew girtin. Li Girtîgeha Amedê ji me re digot ‘hûn li malê çi disekinin? Hûn çima tev lî tevgerê nabin?’ Ji hevalên xwe hez dikir dixwest barê wan hilgire. Pişt re ji Girtîgeha Amedê birin Girtîgeha Gîresûnê û ji wir jî birin Enqereyê. Dûre birin Tekîrdagê. Zehmetiya Tekîrdagê ji her derê zêdetir bû.”
 
‘EM BI ŞEHADETA KURÊ XWE BETIR GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNÊ BÛN’
 
Gezen, bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got: “Zextên li ser girtîgehan pir zêde ne. Lê çi bikin bila bikin em dest ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawî doza wan bişopînin. Em bi şehadeta lawê xwe re zêdetir bi têkoşînê ve hatin girêdan. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Girtiyan ji bo parastina mafê xwe dest bi grevê kirin. Ji bo doza ziman, maf û serokê xwe dest bi çalakiyê kirin. Gotin ‘heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ Lawê min ji bo azadiya gel çalakî pêk anî. Em pê serbilind in. Bi hezaran mirovên wekî wî hene.”
 
‘DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBE YEK'  
 
Gezen, destnîşan kir ku ji bo ku tecrîdkirina Ocalan bi dawi divê gel bibe yek û got: “Divê em destê xwe bidin hev û Serokê xwe ji wir azad bikin. Heyfe êdî. Ciwanên me dikevin axa sar. Divê tişta ji destê me bê em bikin. Em li girtî û şehîdên xwe xwedî derkevin û bibin yek, da ku mafê xwe bistînin." 
 
Gezen, bal kişand ser hevdîtinên ku bi Ocalan re û wiha bi dawî kir: “Dema hevdîtin bi Serok re tên kirin em xwe bêtir azad his dikin. Em dixwazin her tem bi Serok re hevdîtin bên kirin." 
 
8 CIWANÊN KURD XWE FEDA KIRIBÛN
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de ji bo Azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Zindana Amedê dest bi çalakiyê kiribû. Piştre zêdeyî 300 hezar girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûbûn. Çalakî di roja 200'an de bi banga Ocalan bi dawî bibû. Di çalakiya greva birçîbûnê de Ûgûr Şakar li bajarê Krefeldê yê Almanyayê di 20'ê Sibatê de li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi heman armancê; Zulkuf Gezen ê 33 salî di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet a 24 salî di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam a 23 salî di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltû de, Medya Çinar a 24 salî di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anibûn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Sîraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Osmaniyeyê û Mahsûm Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dabûn.
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme 
 

Sernavên din

28/05/2020
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin