‘Asta zilmê ya herî jore’

  • rojane
  • 09:00 25 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Birayê Abdulrahîm Koç ê yek ji kesên cenazeyên wan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin Cabbar Koç, diyar kir ku ew der, cihê ku asta zilm lê bilind bûye û got: “Hewl didin bi van kiryaran hafizeya kurdan jê bibin.” 
 
Li bajarên herêmê, di salên dawî de êrîşên li dijî cenaze û goristanan bê navber dewam dikin. Di çarçoveya êrîşan de ji sala 2017’an ve gelek gor hatin hilweşandin û rûxandin. Di heman demê de gelek cenaze bêyî ku agahî bidin malbatên wan ji gorên wan hatin derxistin û li goristanên bêkesan ên  bajarên cuda hatin veşartin. Yek ji mînakên herî bi bandor ên van êrîşan bûyera di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû hînbûn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin bû.  Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yên mayîn jî yanî 261 cenaze li Goristana Kîlyosê ne. Dûre derket holê ku ev cenaze jî li Goristana Kîlyosê, di bin peyarêyekê de hatine veşartin.
 
DERKET HOLÊ DIBIN PEYARÊYÊ DE VEŞARTINE 
 
Cenazeyên heya demek dirêj li ATK’ê hatin rawestan, hat diyar kirin ku li Goristana Kîlyos a Stenbolê, li goristana bêkesan hatine definkirin. Lê di rojên derbas bûyî de derketibû holê ku cenaze dibin peyareyê de hatin veşartin. Ev du sal bûn dihat zanîn ku hêjmara van cenazeyan 268, lê bi rapora ATK’ê re hat zanîn ku hêjmara van cenazeyan 282 ye. Ji 282 cenazeyan tenê 21 cenaze teslîmî malbatên wan hatin kirin. 261 cenazeyên li ser hev dibin peyarêyê de hatine veşartin, teslîmî malbatên wan nayên kirin. 
 
ÇÎROKA KOÇ 
 
Yek ji kesên cenazeyên wan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin û ev 2 sal û nîve teslîmî malbata wî nayê kirin, cenazeyê Abdulrahîm Koç ê PKK’iye. Koç, di sala 1994’an de li navçeya Tetwan a Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Gundiyên herêmê yên cenazeyê Koç dibînin, bi derfetên xwe defin dikin. Malbata Koç a heya demek dirêj agahî ji kurê xwe nagire, di sala 1995’an de agahiya mirina kurê xwe digirin. Her çiqasê malbat bixwaze cenazeyê kurê xwe bibîne jî, ji ber şert û mercên wê demê nikare vê derfetê bi dest bixe. 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ BI SALAN 
 
Malbat di dema pêvajoya çareseriyê de, cenazeyê kurê xwe Koç ji cihê lê hatibû definkirin derdixe û li goristana Xerzanê defin dike. Malbata Koç a ji sala 1994’an ve gora kurê xwe nabîne, di sala 2015’an de yekemîn car, li Goristana Xerzanê gora kurê xwe Abdulrahîm Koç ziyaret dike.
 
Birayê Koç Cebbar Koç, diyar kir ku ne pêkane wan rojan bi gotinan pênase bike û anî ziman ku roja wan dît birayê wan hat defin kirin, weke ku nû gehiştibin hev xwe hîs kirin. 
 
MALBATA LI BENDA BERSIVÊ YE 
 
Cenazeyê Abdulrahîm Koç piştî 3 salan li Goristina Xerzanê dimîne, bi dest pêkirina pevçûnan re di sala 2017’an de, ji aliyê leşkeran ve ji gorê tê derxistin û dişînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji wir jî li Goristana Kîlyos li goristana bêkesan tê definkirin. Malbata Koç çawan ku rûxandina Goristana Xerzanê dibihîse, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dide, mînaka xwîn dide û daxwaza cenazeyê kurê xwe dike. Ji ber ku dayika Koç emrê xwedê kiriye û bavê wî jî extiyare nikare biçe testa xwînê bide, malbata Koç a li Stenbolê rûdine, daxwazname da ku mîna xwînê ya bavê wan bêgirtin. Lê heya niha bi tu awayî bersiv ji daxwaza malbatê nehatiye dayîn. 
 
BI VÊ DIXWAZIN HAFIZEYA GELÊ KURD JÊ BIBIN 
 
Birayê Koç Cabbar Koç, diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin hafizeya gelê kurd jê bibin û wiha axivî: “Lê bila baş bê zanîn ku ev hafize wê tu carî neyê jê birin. Goristan ji bo kurdan pîrozin. Her ku em li wan goran mêze dikin, zilma li me hatiye kirin tê bîra me. Gorên me di heman demê de kokên me jî tînin bîra me. Cenazeyên me li ku derê dibin bila bibin, em wan deran veguherînin, cih û mekanên herî pîroz.”
 
'TU FERQA WAN JI HÎTLER TUNEYE’
 
Koç, dest nîşan kir ku tabloya li Kîlyosê, “şerma” dewletê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê vê şermê di her fersendê de li rûyê wan bixin. 261 cenaze li ser hev veşartine. Ew der goreke komiye. Ne pêkane ku em vê zilmê ji bîr bikin. Êdî gotin qediyaye. Li hemberî hovitiyek wiha, mirov nizane çi bêje. Tu ferqa wan ji Hîtler tuneye. Heman hişmendiyê dijîn. Goristan hilweşandin û cenaze revandin, asta zilmê ya herî jore.” 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

25/05/2020
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike