OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin

  • rojane
  • 17:31 24 Gulan 2020
  • |
img
AMED - OHD'ê der barê goristana Farqînê ya rastî êrîşê hatibû û kêlên goran hatibû şikandin lêkolîn kir û rapor amade kir. OHD'ê di raporê de diyar kir ku eskeran ji malbatan xwestine ku biçin li pêş avahiya  HDP'ê ya Amedê çalakiyan li dar bixin. OHD'ê destnîşan kir ku di heman demê de der barê malbatan de lêpirsîn ji hatiye vekirin. 
 
Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, têkildarî êrîşa eskeran ên di 21'ê Gulanê de li gundên Şêx Dewdada, Milkê Seray, Kinyatê yên Navçeya Farqîna Amedê li dijî goristanan pêk anîn, lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Heyeta OHD'ê li gundan li ser van gorên ku eskeran şikandin çavderî kirin, piştî bi malbatan û serdozgeriyê re hevdîtin kirin rapor amade kirin. Heyetê, piştî rapor amade kir, têkildarî rapor û naveroka rapore daxuyanî dan. OHD'ê di raporê de diyar kir ku li Gundê Şêx Dewdada lêkolîn kirine û bi bav Mehmet Orselendî re hevdîtin kirine. OHD'ê di raporê de da zanîn ku bav Mehmet gotiye eskeran bi rêya muxtarê gund li wî geriya ne û xwestine biçin Qereqola Bagdere. Bav Mehmet Orselendî, aniye ziman ku ewil ew neçû hevjîn û zarokên wî çûne qereqolê û gotiye dema çûne qereqolê Fermandarê Cendirmeyan heqaret li wan kiriye. Fermandar diyar kiriye ku kêlên 2 gorên zarokên wan ên li goristanê qedexe ye ji bav xwestiye ku kêlên goran bişkîne. Disa xwestiye dema kêlên goran şikandin jî perçeyên kêlên şikestî bibe qereqolê û teslîmî fermandar bikin an jî wêne bikişîne û bi rêya whatsaptê ji wan re bişîne. Ji malbatê xwestiye ku bi destê xwe bişkînin û er ku neşkînin jî esker dê biçin kêlên goran bişkînin û gef li malbatê xwarine. Malbat ji ber zextên eskeran neçar mane ku kêlên goran bişkînin û wêne bi rêya whatsapê ji qereqolê re şandine. OHD'ê da zanîn ku wan jî wêneyên kêlên gorên hatine şikandin xistin qeydan. 
 
BIÇIN BER AVAHIYA HDP'Ê RÛNÊN
 
OHD'ê da zanîn ku li Gundê Milkê Seray jî lekolîn kirine û bavê Mustafa Yenî û pismamê Cuneyt Yenî ango bi Mehmet Yenî re hevdîtin kirine. Dîsa li vir jî bi rêya muxtarê gund xwestine ku Mehmet Yenî biçe qereqolê Bagdere û li vir jî qereqolê ji malatan xwestiye ku kêlên gorên zarokên xwe bişkînin û wêneyê kêlên şikandine ji fermandariya cendirmeyan re bişîne. OHD'ê da zanîn ku malbat li vir jî rastî gefên eskeran hatine û beriya vêyekê jî Walîtiya Amedê ji malbatan xwestine ku biçin li ber avahiya HDP'ê rûnên. OHD'ê da zanîn ku bav Mehmet Yenî ev daxwaza walîtye red kiriye ji ber vê yekê zor li wan kiriye ku kêlên zarokên xwe bişkînin. OHD'ê da zanîn ku ev rewş nikarin qebûl bikin û beriya gor bêne şikandin di 20'ê Nîsana 2020'an de walî ev daxwaz li malbatan kiriye. OHD'ê da zanîn ku piştî lêkolîn kirin kêlên goran ên hatine şikandin xistine bin qeydan. 
 
TEXRIPKIRINA GORISTANAN
 
Taxa Tekelê: Di sibatê de emniyetê Ridvan Yilmaz û Kerem Yilmaz geriyane û ji wan re gotine 'Divê hûn kêlên li ser gorê rakin, heke hûn ranekin em ê bên rakin'. Piştî rojek din çûne û goristan texrip kirine. Me li vir lêkolînek kir û wêneyên kêlên ku hatine şikandin kişandin.
 
Gundê Koprulu: Qereqola Bagdereyê, Sabrî Kiliç geriyane û Sabrî Kiliç dema çuye qereqolê bi heqeretê re rûbirû maye. Fermandarê qereqolê ji Sabrî Kiliç re got 'Biçe kêla gorê bişkinê û wêneyên wê jî ji me re bişîne'. Malbat ji ber zext û zordariya qereqolê neçar ma ku nav û paşnav li ser kêlê jê birine. Ev tişt jî di qeydên me de cih girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Farqinê Selçûk Dadak derbarê texripkirina goristanan de daxwaza me ya hevdîtinê qebûl kir. Di hevdîtinê de Selçûk Dadak, diyar kir ku ev goristan û kêl amûrekî propagandayê ye û sûc e. Selçûk Dadak, di hevdîtinê de destnîşan kir ku derbarê xwediyê goran de jî lêpirsin dane destpêkirin û got: "Me ji qereqol û ji emniyetê re telîmatek şand û me got heke xwediyê goran gotina me pêk neyne dê şaredarî bikevin devrê. Her wiha dema texrîpkirina goran dê wêne bên kişandin û ji me re bên şandin."
 
Di raporê de ev peşniyar cih girtin:
 
“* Derbarê texripkirina goristanan de divê sazî û dezgehên neteweyî û navnedeweyî bên agahdarkirin û serlêdanên pêwîst bên kirin,
 
* Divê derbarê sazî û rayedarên berpirs de lêpirsinek bê destpêkirin û dozên tazmînatê bên vekirin,
 
* Divê derbarê mijarê de raya giştî bê hişyarkirin û hestiyariyek di nava civakê de bê pêşxistin. Ji ber vê jî divê daxuyaniyên çapemeniyê bê lidarxistin û li ser medyaya civakî xebatên taybet bên meşandin."

Sernavên din

25/05/2020
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike