Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Ger em îro hemû bi hevre li dijî tayînkirina qeyûm a Îdir û Sêrtê dernekvin, wê sibe dor bê Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr û Mêrsînê jî.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji Stenbolê bertek nîşanî qeyûm tayinkirina şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê da. Bûldan di avahiya partiya xwe ya bajêr de civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew di rojên zor û zehmet re derbas dibin. Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha axivî: “Di van rojên zor û zehmet de, bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, hemû cîhan li dijî şewbê têdikoşin, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP li dijî kurdan û HDP’ê têdikoşe. Kurd û HDP kirine hedefa xwe û êrîşî me dikin.”
 
VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎN IN
 
Bûldan, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê keyspereste, di heman demê de dijminê kurdan, Elewî û jinane û wiha got: “Me duh carek din dît ku feraseta keysperestiya AKP’ê, hemû qezencên kurdan, hêzên demokrasiyê, mûxalîf û jinan dagirker, desteser û xesp dike. Carek din vîna gel tune hesiband. Berê jî di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Berê jî me gotibû û anîbû ziman. Ev hişmendî û feraseta darbê ye. AKP di vê demê de jî keysperestiya xwe danî holê û ev kiriye awayekê rêveberiya xwe.”
 
HIŞMENDIYA DARBEKAR A AKP’Ê
 
Bûldan, dest nîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê duh şeredariyên me yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Altinovayê xes kirin û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê cihê hevşaredarên me kirin. Hevşaredarên me binçav kirin. Bi awayekê bêhiqûq û bêmaf binçav kirin. Vê yekê carek din hişmendiya darbekar a AKP’ê daniye holê. Dîroka vî welatî bi darbeyan tijeye. Me salên 80’iyan jiya, me kiryarên ne diyar ên salên 90’î dîtin. Em hem bûn şahid û hem jî bûn mexdûr. Em rastî hemû zilmê hatin. Lê tu carî mîna vê carê civaka Tirk, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd e evqas tune nehat hesibandin.”
 
VEGUHERANDINE QEREQOLAN
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê, anî ziman ku ewê tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nekin û wiha bilêv kir: “Qeyûmên hatin tayînkirin ne meşrû ne. Li cem gel tu rewabûna van qeyûman teneye. Şaredarên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, her yekê veguherandine qereqolan. Gel nikarin bikevin wan şaredariyan. Tenê hêzên ewlekariyê dikevin wan şaredariyan. Ji ber ku destûr ji bo gel nayê dayîn tenê ji bo hêzên ewlekariyê tê dayîn ku bikevin şaredariyan. Ji vir û şûnde jî ev rewş dê wiha be.”
 
‘HÛN PEYAMA ÇI DIDIN’
 
Bûldan, destnîşan kir ku Îdirê gelek netew dijîn û li gel vê yekê jî hem di hilbijartinên herêmî de hem jî di hilbijartinên giştî de gelê Îdirê HDP’ê tercîh kiriye û heke hilbijartineke din çêbibe wê dîsa gelê Îdirê HDP’ê tercîh bike û bi van gotinan bal kişand ser rewşa ku li Sêrte derketibû holê: “Derê hevşaredara me şikandine û li mala wê lêgerîne kirine. Pişt re jî ala tirk bi avahiya Şaredariya Sêrtê ve kirin û sîrûda îstiklalê dan xwendin. Gelo Sêrt di nav axa kîjan welatî de ye? Dibe ku kurd li wir bijîn lê ew der xaka Tirkiyeyê ye. Hûn peyama çi didine kî/ê. Taybetî ev pirsê ji desthilatê dikim.”
 
NIKARE BI HILBIJARTINÊ QEZENÇ BIKE
 
Di berdewamê de Bûldan got ku hezar sal jî derbas bibe wê AKP bi hilbijartinê şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kiriye qezenç neke û wiha pê de çû: “HDP êdî li Tirkiyeyê hêzeke siyasî ye û namzete rêveberiya welat e. Hûn bi tunehesibandina vîna milyonan nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Heke em îro dengê xwe ji tayînkirina qeyûman re dernexin wê qeyûm tayînî Enqere, Stenbol, Antalya, Îzmîr, Antalya û Mersînê jî bê kirin. Divê em vê ji bîr nekin. Emê serê xwe ji we re berjêr nekin û li ber we çong neşikînin. Aştî û demokrasiyê jî em ê bînin vî welatî.”

Sernavên din

19/05/2020
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man