Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin

  • rojane
  • 09:00 16 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan M. Ender Ondeş, ji bo doza "MÎT"ê ku der barê rojnamevanan de hatiye vekirin destnîşan kir ku, ev doz ji bo bêdengkirina rojnamevana ye û got, gotina "raza dewletê" ji bo ser polîtîkayên şaş bên girtin tê bikaranîn. 
 
Îdianameya der barê 6 jê girtî 8 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn ketibûn ber lêpirsînê de çend roj berê ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê hatibû qebûlkirin. Di îdianameya hatiye amadekirin de tê xwestin ji 8 salan heya 17 salan bê cezakirin. Wê danişîna ewil a dozê di 24'ê Hezîranê de bê lidarxistin. 
 
Ji rojnamevanên der barê wan de îdianame hat amadekirin Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Odatv'yê Bariş pehlîvan û nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilinç û nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel girtîne û di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de ne. 
 
Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûharrem Ender Ondeş, îdianameya der barê rojnamevanan de nirxand.
 
Ondeş, diyar kir ku îdianameya hatiye amadekirin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tuneye û got, ji bo rojnamevanên ku polîtîkayên îqtidarê rexne dikin bên bêdengkirin hatiye amadekirin. Ondeş, got: "Dixwaze tu kes nûçeyan çêneke û wî nerihet neke. Lê ji bo Yenî Yaşamê gotin di cî de be, ava avê hatiye derxistin. Di vir de meseleya sereke ew e ku dozeke torbeyî afirandine ku di pêş de kes der barê polîtîkayên îqtidarê yên zirarê didin gel de tu nûçeyan çêneke. Ev kesên di îdianameyê de tên sûcdarkirin, tê xwestin têkiliya wan bi cemaeta Fethûllah Gulen re bê danîn. Lê tu eleqeya wan bi cemaetan re çênebûye. Berevajî tim û tim li dijî wan têkoşiyane." 
 
LI HOLÊ TU SÛC TUNEYE 
 
Ondeş, anî ziman ku li holê sûcek jî tuneye û got: "Tê gotin, dibe ku mirov bi qanûnê nizanibe. Ev gotin li dewletên hiqûqê derbasdar e. Li vî welatî di bin navê qanûna tobeyî de di şevekê de bi sedan qanûn ber destê sibê tên derxistin. Yanî ne rojnamevan ne jî welatî temamiya qanûnên vê pergala tevlihev û kêfî nizanin û ne mecbûr in bizanibin jî." 
 
Ondeş, got: "Li holê sûcek tuneye, lê di vê dozê de wisa xuyaye dixwazin kesên ne ji heman fikrê di nav  torbeyekî de bînin cem hev û wan bidarizînin. Bi vî awayî ji ji teroiyên komployî re malzemeyan çêdikin." 
 
DIBÊJIN 'RAZA DEWLETÊ YE' Û SER WÊ DIGIRIN 
 
Ondeş, destnîşan kir ku li li welatên wekî Tirkiyeyê têgeha "raza dewletê" ji bo sergirtina polîtîkayên şaş ên îqtidarê tê bikaranîn. Ondeş, got: "Di îdianameyê de behsa lêpirsîneke ku 5 sal berê der barê Hakan Fîdan de hatibû destpêkirin tê kirin. Çi eleqeya vê bûyerê bi wê bûyera 5 sal berê re heye? Dixwazin bi vî awayî komployeke mezin çêbikin. Bi ya min nîqaşa sereke ew e ku mafekî welatiyan ê nîqaşkirina polîtîkayên zirarê didin wan heye yan na? Mesela, bavekî kurê wî li Lîbyayê eskeriyê dike, mafê wî çi ye, tenê divê bi çi zanibe? Meseleya sereke ew e ku mafê welatiyan heye ku hay ji hûrguliyên welat hebin an na? Li gor îqtidara siyasî mafekî wan ê wiha tuneye. Bi ya min tişta divê bê nîqaşkirin ev e." 
 
Ondeş, anî ziman ku îdianameya hatiye amadekirin di warê hiqûqî de îdianameyeke seqet e û got, berê jî îdianameyên bi vî rengî dîtine. Ondeş, diyar kir ku berê ji rojnameya Sabahê pê dihesiyan ku wê kî bê girtin û got, piştî nûçeyên Sabahê ew kes teqez dihatin girtin. Ondeş, bilêv kir ku tiştên niha diqewimin eynî wekî yên berê ne û got, dosyeyeke biryara "veşarî" li ser hebûna pêşî ji rojnameya Sabahê hîn dibûn.
 
Ondeş, destnîşan kir ku lêpirsîna hatiye kirin qet ne hiqûqî bûye û got, demildest divê rojnamevan bên berdan. 
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN