Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe

  • rojane
  • 09:15 15 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, der barê peyama Ocalan ya ji bo “yekitiya neteweyî” de anî ziman ku yekitî, azadiya kurda ne û got: “Birêz Ocalan, di hemû şert û mercên zor de heke yekitî xistibe rojeva xwe, nexwe ew tê wê wateyê ku ji bo kurdan bê yekitî jiyan nabe.” Her wiha Gokkan got, ji partiyên kurdan ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe. 

 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, yekitiya neteweyî ya kurd ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di axaftina xwe ya dawî de li ser sekînîbû, girîngiya yekitiya neteweyî ya ji bo jinên kurd û tecrîda li ser Ocalan nirxandin. 
 
Gokkan, diyar kir ku hevdîtina telefonê ya Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo civakê bûye moral û çendî ku bi telefonê be jî hêvî û moraleke cuda daye civakê. Gokkan, got: "Ev ne telefoneke xwezayî bû. Piştî 21 salan bi telefonê axaftin çêbû. Ji ber wê ev têr nake qels e, hindik e. Mafên qanûnî bin pê dibin. Dewlet qanûnên xwe bi xwe pêk neyîne, tê wateya ku dewlet pûç bûye. Birêz Ocalan 21 sal in di zindanê de ye, 71 salî ye, di hemû şert û mercên zor de heke yekitî xistibe rojeva xwe ew tê wê wateyê ku ji bo kurdan bê yekîtî jiyan nabe. Niha yekîtiya kurdan ne zor e. Niha derkevî li kolanan, taxan, gundan, navçeyan kîjan aliyê Kurdistanê be kurdekî ku dibê bila kurd nebin yek tune ye. Ji ber wê yekê dema mirov gotinên Birêz Ocalan dinêre yekîtî azadiya kurdan e. Li cîhanê jî binêrin heke gelek nebe yek, azadiya wî gelî tune ye.”
 
‘YEKITIYA KURDAN JI BO JINAN JIYAN E’
 
Gokkan, da zanîn ku Başûr ji hemû êrîşan re vekirî ye, ji ber ku çand û hunera xwe, dibistanên xwe, jiyana xwe nekirine yek, perçe perçe ye û ji hemû êrîşan re vekiriye. Gokkan, got: "Em jinên kurd tu caran perçebûyînê qebûl nakin. Perçebûn jî bi yekîtiyê ji holê radibe. Heke kurd nebin yek jinên kurd di nav çar dewletan de perçe perçe dibin. Ji ber ku çanda ereban, farisan, tirkan, şiîyan, digirin. Ji ber wê her desthilatdariya mêr jinê heşt car perçe dike. Mesele îro lê binêrin êrîşên ku li Kurdistanê dibin DAÎŞ bi şiklekê, dewletên BAAS bi şiklekê êrîş dike, dewleta Tirkiyeyê jî bi şiklekê êrîş dike. Rêvebertî li gorî hişmendiya xwe êrîşî jinan dikin. Ji ber wê yekîtiya kurdan ji bo me jinan jiyan e, azadî ye.”
 
‘TU BERJEWENDÎ JI YÊN KURDISTANÊ NE BI QIYMETTIR IN’
 
Gokkan, anî ziman ku Ocalan di bin şert û mercên herî dijwar de dibê yekitiya kurdan û got: “Jinên kurd ji bo yekitiyê berxwedanên pir mezin dan. Di 2010’an de li Amedê Konferansa Jinên Kurd çêbû. Li ku derê jineke kurd hebû hatin. Di wê konferansê de gotin ku 'bê yekitî azadî nabe û jinên kurd dê rêberiyê ji yekitiyê re bikin.' Di 2012’an de konferansa duyemîn li Hewlerê çêbû. Bi sedan jinên kurd beşdar bûn. Di 2017’an de li Silemaniyê jinên kurd hatin ba hev û di 2017’an de jî li Amedê Platforma Jinên Kurd avabû. Jinên ji fikr û raman, sazî û dezgehên cuda hatî xal danîn gotin ku ‘tu berjewendiyên şexsan, koman, partiyên siyasî ji berjewendiyên Kurdistanê ne bi qiymettr e. Rêberên PDK'ê, YNK’ê, Goran, hemû sazî û dezgehên Kurdistanê lazim e bibîhisin. Heke rêveberên kurd jinên kurd guhdar nekin dê kê guhdar bikin? Bi guhdarnekirina jinên kurd rêveberên kurdan îtibarê winda dikin. Başûr heke yekitiya Kurdan neke xala xwe ya yekemin bê îtibar dimînin. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze Federasyona Kurdistanê bê îtibar bihêle. Dixwazin kurd kurdan bikujin, heqaretê li hev bikin. Ew heqaret li wê rêvebertiyê dibe. Heke rêveberên kurd bangên me jinan bibîhisin em ê jê hurmet bigirin.”
 
DILÊ 50 MILYON KURDAN PERÇE NEKIN
 
Gokkan, anî ziman ku hunermendên kurd ji bo yekitiyê bang li hemû rayedarên kurd kirin û wiha lê zêde kir: “Hunermendên kurd xwestin yekitî were çêkirin. Heke rêveberiyek hunermend, rêxistinên jinan, rewşenbîr û bawermendên xwe guhdar neke wê demê çima hene û dê çima hurmet ji wan re were girtin. Em naxwazin yek kurd jî bê îtibar bibe. Destê me li ser dilê me ye ku kurd dê kurda bikujin. Heke 50 milyon kurd bêje kurd kurdî bikuje dilê min perçe dibe wê demê, hewceye ku wî dilî perçe nekin. Ewqas ker, kor û lal bin li hember bangên kurdan ev tişt nayê qebûl kirin. Ji ber wê yekîtî azadî ye, panzehîra nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê ye.”
 
‘EV SEDSALA AZADIYA JINA NE’
 
Gokkan, destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan yên kurdan hemûyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê bi xwe îtîrafkir gotin 28 serhildanên kurdan çêbûn, PKK ya 29’an e. Di 28 serhildanan de goristanên kurdan jî tunin. Gorên rêberên kurdan jî tune ne. Heke goristan tune bin kurd tune ne. Dibejin ‘em ê we ji gora rêberên we mehrûm bihêlin’, ji bo Birêz Ocalan jî dibên ‘em ê we ji rûyê wî mehrûm bihêlin.’ Hovîtiyê, ji asta sucê mirovahiyê jî derbas kiriye. Cara yekem di dema Tevgerên Azadiya Kurd de goristanên kurdan çêbûn. Kurd li têkoşerên xwe xwedî derketin. Kurdan li dijî komkujiyan berxwedanên mezin dan. Ji bo ku dîroka azadiyê çêbe hemû kongre, konferans, perwerdeyên xwe li her çar aliyên Kurdistanê bi rêxistin kirin. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de rêxistinên kurdan tune ne. Navê kurdan derbas nabe. Di vê demê de rêxistina kurdan di sedsala 21’emîn de li cîhanê ya herî bi îtibare. Li dewletên hegemon binêrin Rusya, Emerika, Çîn dewletên biçûk yên bi wan ve girêdayî wekî Îran, Iraq û Tirkiyê. Ne bi kurdan dibin ne jî bêyî kurdan dibin. Heke pergala cîhanê wisa hatibe xetimandin ev sedsal sedsala kurdan e. Heke jinên kurd bi têkoşînê rêberiya jinên cîhanê bikin ev sedsala azadiya jina ne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji erdnîgariya Kurdistanê derketî ye. Fikirmendê sedsala 21’an e. Fikr û ramanên wî li Kurdistanê tesîr dikin. Azadiya jinê, demokrasi û ekolojî hêvan kir. Wê hêvanê di cîhanê de girt. Heke fikirmend û rewşenbîrên cîhanê bêjin fikr û ramanên Ocalan yên vê sedsalê ne. Ev sedsal ya kurdan e û li hemû cîhanê belavbûye.”
 
‘PERGALA DEWLETÊ ÎFLAS KIRIYE’
 
Gokkan, bilêv kir ku tecrîda ser Ocalan tê meşandin rûreşiya rayedarên dewletê ye û got: “Rûreşî ne tenê ya dewleta Tirkiyeyê ye heman demê de ya dewletên navneteweyî ye jî. Ev tecrîd wisa bê domandin Neteweyên Yekbûyî (NY), CPT, Yekitiya Ewropa (YE), Konseya Ewropa hemû di bin vê rûreşiyê de ne. Dewleta Tirk cesaretê ji sazî û dezgehên navdewletî digire û vê tecrîdê dimeşîne. Tecrîd ji aliyê tu kesê ve nayê qebûl kirin. Dewletan bi xwe peyman mohr kirine ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Protokolên ku mohr kirine êdî nasnakin. Ev dewlet di sedsala 21’an de pûç in, rûreş in, vala ne û bê bawerî ne. Em dizanin pergala dewletê êdî xwe îflas kiri ye. Ji ber wê hewceye dewlet xwe biguherin û veguherin. Heke xwe neguherin ev peymanên ku mohr kirine êdî bê îtibar in.”
 
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEWCE YE’
 
Gokkan, anî ziman ku desthilatdariyê dest avêtiye ser hemû berjewendiyên kurdan, yên gelan yên dînamîkan, ev jî tecrîdeke derveyî mirovahiyê ye û wiha domand: “Li dijî tecrîdê berxwedaneke pir mezin hewce ye. Ji ber ku tecrîd li ser birêz Ocalan tenê nîne. Ji bo wê mesele tenê ne ya kurdan e jî sûcê mirovahiyê ye. Birêz Ocalan di wan şertên dijwar de bi ewlehî û tenduristî derxin. Heke dernexin ev cinayete qetlîam e. Tecrîda li ser birêz Ocalan qetlîyama kurdan, gelan û dînamîka ne. Di şewba coronayê de komplo, tecrîd, komkujî berdewam e, goristanan hilweşînin. Ev nijadperestî ye ne êrîşeke ji rêzê ye. Birêz Ocalan 21 salin di giravê de ye. Şert û mercên girtîgeha bi xwe tenduristiyê dixe bin rîskeke pir mezin. Divê dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih, hovîtiyê li ser zindanan ne meşîne. Ji xwe di zindanan de xwarin vexwarin şertên tenduristiyê tune ne. Heke ev şewba bikeve wê derê qetlîyamek dê di zindanan de çêbe. Zindan di vê rewşê de bûne qempên esîran. Wê demê divê dewlet qebûl bike şerek heye û yên zindanê de esîr in. Di cîhanê de hiqûqa esîran jî heye. Di bin nave coronaye de efû derxistin ew efûya tecawizkara ne ya Alaattîn Çakici ye.”
 
‘MOHREKE REŞ E LI ENIYA HEMÛ RAYEDARAN’
 
Gokkan, bibîr xist ku 17 hezar kujerên diyar çêbûne û Dayikên Şemiyê her tim bang dikin û got: “Dewletê got hêzên tarî 17 hezar mirov qetilkiri ne. Madem wan hêzên tarî ew qetlîam kirine kê ji 264 goran hestî revandin? Şûna ku hestiyên Dayikên Şemiyê yên ku 25 sal e lê digerin bibînin dayikên ku hestiyên wan revandin jî li wan zêdekirin. Ev rûreşiyeke, mohreke reş e li eniya hemû rayedaran. Buyerên ku niha diqewimin mirina dewletê bi xwe ye. Dewlet xeyal dike ku bi hêz e bi qewet e nizanim bi çi ye lê dewlet dimire”
 
‘JI BO KU JIN RÊBERTIYA JINÊ NEKE ÊRÎŞ DIKIN’
 
Gokkan, diyar kir ku tundiya li ser jinan tê meşandin di pergala dewletê de fermî bûye û wiha axivî: “Dewlet bi awayekî eşkere neyartiya jinan dike. Ji ber wê tundiya li ser jinan şerê ku dewletê li jina îlankirî ye. Li Kurdistan û Tirkiyê guhertinên pir mezin çêbûn. Wexta AKP di sala 2002’yan de hat, wê demê DEHAP hebû. Di dorên yekemîn de jinên kurd bûn namzet. Hemû jinên ku di nav partiyên siyasî yên Tirkiyê de cih girtî rexne kirin û digotin ‘çiyê jinên kurd ji me zêde ye ku ew dibin namzetên dora yekemîn lê hûn me nakin namzet.’ Esas ev êrîşa ku li ser me dibe ji bo ku jinên di partiyên wan de cih digirin wan rexne nekin pirsan nepirsin, deng nekin li hemberî wan, serî netewînin êrîşî me dikin. Wê demê jinên AKP, CHP, Refah, MHP'ê digotin ‘çima jinên kurd dibin şaredar, dibin parlementer çima em nikarin bibin?’ Wan ji bo jinên ku dengê xwe didin wan deng nekin, serê xwe bitewînin ew qas êrîşên mezin li me dikin. Bila ew jin dengê me bibîhisin. Em dibêjin hevjiyana azad, hevserokatî, hevşaredarî pergaleke ku jin û mêr bi hevre jiyan bikine. Dewlet êrîşî dînamîkan dike dibê hûn ji wan re rêbertiyê dikin. Êrîşên li Kurdistanê êrîşa jinên xwedî nasnameyên cuda ye esas. Hewceye ku em hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Tu miletek bi tena serê xwe azad nabe. Tu dînamîkên jinan jî bi tena serê xwe azad nabin. Ji bo wê heke em bi hev re dengê xwe bilind nekin azadî çênabe. Ji bo ku jin bi jinan re nebe rêber êrîş çêdibe. Wê hêvana Birêz Ocalan avêtî bi tam û kur girt. Ji bo ku van fikr û ramanan qetil bikin êrîşên wisa çêdibin. Em weke TJA ya ku nasnameyên cuda têda em tu car serê xwe li hember van êrîşan natewînin. Wexta em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ em hevjiyan, hevserokatî û hevşaredariya azad pênase dikin. Em ê berxwedana xwe bi jin jiyan azadî bidomînin.”
 
MA / Fahrettîn Kilinç - Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN