Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e

  • jin
  • 13:53 14 Gulan 2020
  • |
img

AGIRÎ - Malbata Ceylan Akpolat ku li navçeya Xamûrê 4 piştî serlêdana xwe ya ji bo tundiya ku lê hatibû kirin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, berovajiye angaşta întîharê angaşt kir ku keça wan hatiye kuştin.

Li mezraya Şirik a gundê Silêman Kombet ê navçeya Xamûrê ya Agiriyê, jina ciwan Ceylan Akpolat (25, ji ber ku tundî lê hatibû kirin serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê dabû û piştî vê serlêdana xwe bi 4 rojan, jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû angaşkirin ku Akpolat li mala xwe daleqandî hatiye dîtin. Malbata Akpolat, serpêhatiya keça xwe vegot. Dayika Akpolat Zozan Kaya û Kekê wê Kasim Kaya, angaşt kirin ku keça wan hatiye kuştin û navê întîharê li kuştina Akpolat hatiye kirin. Destnîşan kirin ku keça wan 7 sal in bi zilamê navê Fecrî Akpolat re zewicandiye û hem hevjînê wê Fecrî Kaya û hem jî dayik û bavê wî tundiyê li keça wan kirine û bi rapora derpkirinê serî li qereqolê daye û ji bo keça wan bergirî nehatine girtin.
 
NEXWESTIYA ZAROKÊN WÊ BÊ DAYIK BIMÎNIN
 
Kekê Akpolat Kasim Kaya ku li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî, diyar kir ku gelek caran tundiya fizîkî û derûnî lê xwişka wî hatiye kirin û wiha got: “Beriya 3 salan dema ku hevjînê wê ji bo xebatê ji mal derketibû, xwesî û xwezûrê wê tundî lê kiribûn. Xwişka min giliya wan kiribû û me jî anîbûn mal. Lê ji bo vegera xwişka min timik mezinên malbata xwe dişandin cem me. Me destûr neda ku xwişka min biçe. Lê piştre xwişka min bixwe xwest biçe û got, ‘Zarokên min hene, naxwazim bê dayik bimînin’. Kesên ku xwişka min kuştine xwesî û xwezûrê wê Afiye Akpolat û Kasim Akpolat in. 3 zarokên xwişka min hene, yek jê hê 3 mehî ye.”
 
LI ŞÛNA PARASTINÊ CEZAYÊ PERE BIRÎNE
 
Kaya, destnîşan kir ku piştî vê bûyerê salek şûn de dîsa xwesî û xwezûrê wê tundî lê kirine û ev tişt got: “Dîsa xwişka min li bavê min geriya û got ku malbata hevjînê wê tedê lê dikin. Bavê min xwişka min anî û 3 mehan li cem me ma. Dîsa ji bo zarokên xwe neçar ma ku biçe. Lê tundî li ser bi awayekî sistematik berdewam kir. Xwîşka min vê carê bi awayekî xwe ji wan rizgar kiriye û çûye li qereqolê giliya wan kiriye. Ji qereqolê jî wê birine nexweşxaneyê û bijîjkê rapora derpkirinê danê û 3 hezar TL cezayê pere li malbata hevjînê xwişkar min birîne. Dewlet di vir de şaşiyek mezin dike. Li şûna cezayê pere diviya ku wê parasta. Jixwe piştî vê yekê bi 4 rojan xwişka min jiyana xwe ji dest dide.”
 
ŞOPÊN DERBAN LI GERDANA WÊ HEBÛNE
 
Di berdewamê de Kaya, da zanîn ku Fecrî Akbolat û malbata xwe cenazeyê xwişka wî li ber nexweşxaneyê hiştine û hewl dane birevin û wiha pêde çû: “3 derbên cuda li gerdana xwişka min hebûn. Wê kuştine lê navê întîharê lê kirine. Heke nekuştibin çima ji nexweşxaneyê direvin. Me di heman rojê de giliya malbatê kir. Kesên ku xwe întîhar dikin ji hewla riha gerdana xwe neprûk dikin. Le li gerdana xwişka min tiştek wiha tunebû.”
 
ÇERMÊ CANÊ WÊ RAKIRINE
 
Dayika Ceylan Akpolat Zozan Kaya jî weke kurê xwe angaşt kir ku keça wê hatiye kuştin û ev tişt got: “Li laşê keça min gelek derb hebûn. Ji ber ku keça min bi erdê ve kaş kiribûn çermê pişta wê rabûbû. Serçav, dest, pişt, peniya wê tev mor bûbûn. Em daxwaz dikin ku ser vê bûyerê neyê girtin. Ji bo keça xwe edaletê dixwazim. Mirov îşkenceyê wiha li kesekî nake. Ez dixwazim kesên ku êşa keça min bi min dan kişandin bên cezakirin. Bila dengê me bê bihîstin. Ma keseke ku zaroka wê ya 3 mehî hebe întîhar dike? Wê niha kî/ê li zaroka wê binêre.
 
MA / Ozlem Yayan

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN