Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye

  • rojane
  • 10:36 14 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL- Nivîskar Şefîk Beyaz anî ziman ku polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser kurdî hê jî didomin û got, li dijî vê rêya herî baş û bibandor xwendin, nivîsand û axaftina bi kurdî ye.

Gelê kurd ji sala 2006'an ve roja weşana Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'yan de ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.
 
Nivîskar Şefîk Beyaz ku yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, bi boneya vê rojê bal kişand ser dema avakirina enstîtuyê, zor û zehmtiyên pê re rû bi rû mabûn, helwest û tevgera wan a li dijî polîtîkayên asîmlasiyon, tunekirin û înkarkirinê.
 
Beyaz, ji bo dema avakirina enstîtuyê got: "Salên dawî yên serdema Ozal bûn. Wê demê Tirkiye ji hêlekê hewl dida li cîhanê derkeve pêş, hewl dida hin reformên lîberal bike, li hêla din jî li Kurdistanê zext û zorî dijwartir dikirin. Lê li hemberî vê berxwedanek jî hebû. Daxwazên tevgera azadiya kurd û pratîka wê ya li Kurdistanê û metrepolan deng vedida, moral û motîvasyona gel bilind dibû. Ev rewş kir ku rewşenbîrên kurd ên li metrepolan tev bigerin û hin saziyên çandî bên vekirin."
 
Beyaz, diyar kir ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di rewşeke wiha de hatibû avakirin û got, kesên li NÇM'ê dişixulî û rewşenbîrên ku têkilî bi wan re dihatin danîn, piştî çend sohbetan fikra avakirina enstîtuyê anîne ziman. Beyaz anî ziman ku wê çaxê di Rojnameya Welat de dişixulî û got: "Hevalên me yên rojnamevan, hunermend, alim, akademîsyen û gelek kesên din di avakirina enstîtuyê de cih girtin. Me hîmê xebateke xweser dihavêt. Ev meseleyek bû, lê ji bo me pir girîng bû."
 
KESÎ CIH NEDIDA ENSTÎTUYÊ
 
Beyaz da zanîn ku wan xwestiye ku Enstîtuyê li cihek ber çav ê Stenbolê vebikin lê avahiyek ku kirê bikin nedîtine û wiha behsa wan zoriyan kir: “Mesele ne madî bû. Kesek nedixwest cih bide navê Enstîtuya Kurdî. Di taliyê de me li cihek Stenbolê li ber çavan wek semta Osmanbey a Şîşliyê cihek kirê kir. Me bi beşdariya gelek kesayetên ji Kurdistan û derveyî welat hatin enstîtuyê vekir.”
 
‘ARMANCA WAN EW BÛ ME JI TAQETÊ DE BIXÎNIN’
 
Beyaz diyar kir ku roja ewil ku Enstîtuyê vekirin tabelya wê ji aliyê polîsan ve hat daxistin û wiha got: “Di encama îtîrazên me de destûr hat dayîn ku li ber deriyê avahiyê û daîreyê were daliqandin. Lê tabelaya li dîwar daliqandî hat daxistin. Piştî çend meh şûn ve Sorokê Sazûmankar ê Enstîtuyê Mûsa Anter li Amedê hat qetilkirin. Bi ser me de girtin û hevalên me binçav kirin. Dest danîn ser arşîvên me. Hin heval ji ber xebatên enstîtuyê hatin darizandin û di hevsan de man. Armanca wan êrişan diyar bû. Çimkî Enstîtu li dijî polîtîkaya bişaftinê bû û zimanê kurdî diparast û li pêş dixistin. Vê rewşê li pêşiya polîtîkayên dewletê astengiyek derdixist. Dixwestin kurdan bê akademî, sazîbûna wan asteng bikin, bitepisînin û bi awayek fîlen enstîtuyê nedin xebitandin. Nedixwestin Enstîtuyê bigirin, çimkî enstîtuyê wek amûrek di qada navnetewî de ji xwe re bikar dianîn.”
 
‘GEL HÊZ Û MOTÎVASYONÊ DIDA ME’
 
Beyaz anî ziman ku êriş û zextên li dijî Enstîtuyê wek parçeyek zext û êrişên li dijî gelê kurd e û wiha got: “Çimkî dewletê polîtîkaya bişaftinê bi tundiyê birêve dibir. Em jî bi hin rêbazan li dijî vê disekinînin. Me li cem daxwazên gelê xwe yên azadîxwaz cih girt û me girîngiyê da têgihiştina kadroyan. Me bi darxistina konferans û sempozyuman dengê xwe radigihand. Me peywendiyê bi sefîrxaneyan re datanîn û polîtîkaya dewletê ya li hember kurdan eşkere dikir. Me zextan bê bandor dikir. Têkoşîna gelê me ya azadîxwaz hêz û motîvasyonê dida me.”
 
‘BIŞAFTIN ÎRO JÎ DIDOME’
 
Beyaz destnîşan kir ku îro jî polîtîkaya dewletê ya bişaftinê carna nerm carna hişk didome û got: “Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi hin xebatên xwe yên cihêreng li dijî vê disekine û di heman deme de bi derfetên gelek kêm xwe li ser pêya digire. Niha mirov dikare bêje ku hejmara, qalîte û kapasîteya kursên ziman di astek gelek baş de ye. Lê tişta me ya kêm ango kêmasiya me ew e ku em zêde xwedanasîn, sempozyum û çalakiyên wiha bikar naynin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk naxin dewrê.”
 
RÊYA HERÎ BI BANDOR!
 
Beyaz bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêya herî bi bandor a li dijî polîtîkayên bişaftinê ew e; her dayikek û bavek ku xwedî li rihê xwe derdikeve bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Her wiha dîsa her kesek kurd ku xwedî li rihê xwe derdikeve divê xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike.”

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN