Piştî 25 salan dîsa heman ambargo

  • rojane
  • 09:32 14 Gulan 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Şêniya Kampa Mexmûrê Sûltan Yildiztan ku ji salên 90'î heya niha ji ber zext û zoriyan 7 kamp guherandine, bal kişand ser ambargoya 25 sal berê û ya niha û xwest ev yek bi dawî bibe. 

Di salên 1990'î de ji ber şewitandina gundan, cinayetên kiryar nediyar û ferzkirina cerdevaniyê bi hezaran malbat ji Wan, Colemêrg û Şirnexê berê xwe dabûn welat û bajarên cuda. Hê jî ev malbat venegeriyane warên xwe û niha bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yek ji van deveran jî Kampa Mexmûrê ye. Li Mexmûrê ku 100 kîlometreyî dûr bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe ye û girêdayî bajarê Mûsilê ye, nêzî 12 hezar kes dijîn. Welatiyên li vira hem li dijî vîrûsa coronayê têddikoşin hem jî li dijî ambargoya ku ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve hatiye danîn têdikoşin. 
 
KAMP BI KAMP GERIYANE 
 
Yek ji malbatên ku ji mecbûrî koç kirine jî malbata Yldiztan e. Malbata Yildiztan di destpêka salên 90'î de ji navçeya Ebex a Wanê pêşî çûye Îranê û piştî demekê jî çûye Herêma Kurdistana Federe ya Kurdistanê. Li vira jî ji ber zext û zoriyan, di sala 1998'an de ji Mecbûrî diçe Kampa Mexmûrê. Dayik Sûltan Yildiztan behsa zor û zehmtiyên hatine serê wan kir. 
 
PÊŞÎ ÇÛNE URMIYEYÊ 
 
Dayik Yildiztan, ambargoya ku niha PDK pêk tîne şiband ambargoya sala 1995'an a li Kampa Ertûşê. Yildiztan, anî ziman ku di sala 1990'î de ji ber zext û zoriyan ji gundç Xecê xatûn ê navçeya Ebexê koçî Îranê kirine û got, wê demê ji ber ku giliyê hevjînê wê hatibû kirin hevjînê wê qaçax bû. Yildiztan, bilêv kir ku salekê li bajarê Makû û Urmiyeyê mane û gava li vira bûne bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane û got: "Ji ber vê em çûn Çiyayê Azad ê li Xakûrkê. Wan salan Tirkiye ji hewayê ve êrîş dikirin û ji ber topbaranê 13 rojan em di dibin dorpêçê de man. Ji ber van zextan em çûn Diyalayê. Li Diyalayê jî bombeberana dewleta Tirk bênavber dewam kir. Piştî hin hevdîtin bi rayedaran re hatin kirin em derbasî Zelê bûn. Li wir jî ji ber nexweşîna min tevî malbata xwe em çûn Ranyayê." 
 
DI BOMBEBARANÊ DE KURÊ WÊ JIYANA XWE JI DEST DA 
 
Yildiztan, destnîşan kir ku di sala 1993'yan de PDK'ê hevjînê wê radestî Tirkiyeyê kiriye û got: "Di sala 1994'an de ji ber PDK'ê careke din em çûn Zelê. Li Zelê, bi 54 balafirên şer derdor bombebaran kirin. Zarok jî di nav de 8 mirov jiyana xwe ji dest dan. Kurê min Delîl jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994'an de piştî bombebaranê Zelê hat valakirin û dîsa em hatin Ranyayê. Di 94-95'an de jî em hatin Kampa Seranîşê. Li wir malbatên ku Tirkiyeyê malên wan, gundên wan şewitandibûn û zilm li wan kiribûn jî hebûn." 
 
LI ERTÛŞÊ 50 ROJ AMBARGO 
 
Yildiztan, bibîr xist ku Seranîş jî hatiye bombebarankirin û got: "Li wir gelê me dest bi rojiya mirinê kir. Ev berxwedana mezin nêzî mehekê dewam kir. Wekî penaberan me mafê statuya siyasî bi dest xist. Neteweyên yekbûyî (NY), bijîşk, kon û zexîre şandin. Piştî Seranîşê em çûn Kampa Bêrsivê. Li wir jî ji ber pirsgirêka avê û şert û mercên li wir me zehmetî kişand. Ji ber zextên PDK'ê em çûn Kampa Ertûşê. Wê çaxê hevjînê min jî ji girtîgehê derket û hat cem me. PDK'ê di sala 1995'an de derdora Ertûşê girt û nêzî 50 rojan ambargo danî ser kampê. Derdora me hatibû girtin, şivanên me dihatin kuştin. Dest datanîn ser heywanên me. Welatiyên diçûn ser daran û berû berhev dikirin dihatin gulebarankirin û kuştin." 
 
JI BERÛYAN ARVAN ÇÊKIRIN 
 
Yildiztan, anî ziman ku di dema ambargoyê de pir tunebûyîn dîtine û got: "Zarok diçûn ser darberûyan, berû top dikirin. Ji ber ku erzaq tunebû me berû li ser agir çêdikirin, dikirin arvan. Paşê me bi vî arvanî nan çêdikir. Li ertûşê gelek mirov ji birçîna mirin, gelek jê nexweş ketin. Şêniyên bajêr li dijî ambargoyê meşek li dar xistin. Pêşmergeyên PDK'ê bi çekê bera keça bi navê Jiyan dan. Lê dîsa jî me paş ve gav neavêt û bi vî awayî ambargo rakirin. Ji ber ku êrîşên PDK'ê nediqediyan vê carê em çûn Nînovayê." 
 
KAMPA 7'AN: MEXMÛR 
 
Yildiztan, diyar kir ku li Nînovayê çûne Kampa Navdarê û got, li her kampê hem bi zextên PDK'ê û hem jî bi yên Tirkiyeyê re rû bi rû diman. Yildiztan, got: "Me li Nînovayê ji xwe re cihek çêkir. Lê dîsa ji ber zextên PDK'ê em mecbûr man biçin. Ji wir em çûm Kampa Navdarê. Orta zivistanê bû, baran û şilî bû, konên me tunebûn. Jinan li orta meydanê zarokên xwe anîn dinê. Paşê Iraq û NY xwestin me ji vira derxin. Lê Hewlêrê cih neda me. Em jî di sala 1998'an de hati Kampa Mexmûrê. Ev der kampa me ya 7'an e." 
 
ZILM Û HEQARET
 
Yildiztan, destnîşan kir ku niha li vira jî ambargo heye û ambargoya niha şiband a li Kampa Ertûşê. Yildiztan, anî ziman ku beriya ambargoyê mirov dikaribûn biçin bajarên din bişixulin, lê belê niha nikarin. Yildiztan, diyar kir ku 10 meh in kes naxebite û got: "Ma ê mirov çawa debara xwe bikin? Dayik, ji bo ambargo bi dawî bibe çalakî li dar xistin. Me xwest em biçin serdana wan. Lê PDK'ê êrîşî me kir. Bi pora me girtin û em bi erdê ve kişandin. Tiştên anîn serê me, ew tehdeya li Tirkiyeyê li dayikên li ber girtîgehan hat kirin anî bîra me. Wê kêliyê tu ferqa polîsên tirk û pêşmegeryên PDK'ê ji hev tunebû. Ev destpêka ambargoyê bû." 
 
TÊ XWESTIN NEXWEŞ BIMIRIN 
 
Yildiztan, bal kişand ser rewşa nexweşên ku ji ber ambargoyê nikarin tedawî bibin û got, li kampê kesên şekir, tansiyon û pençeşêr bi wan re heye hene. Yildiztan, diyar kir ku piraniya nexweşxan nayên tedawîkirin û derman nayên peydakirin û got: "Bên ber mirinê jî destûrê nadin. Çend roj berê nexweşekî ûr di serê wî de bû diviya biçe Hewlêrê, lê nehiştin. Hat kampê, piştî rewşa wî giran bû û bi zorê bêhna wî derdiket ancax destûr dan. Ew jî hê negihîşt nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Asayîşa PDK'ê li bendê ye mirov bimirin. Ev ambargo divê bê rakirin." 
 
‘BIBIN YEK, AMBARGOYÊ RAKIN' 
 
Yildiztan, anî ziman ku ji ber yekîtî tuneye ambargo heye û got: "Gelê kurd divê bi yek be. 20 sal in em li vira ne. Me jî dikaribû biçin Ewropayan. Lê ev kamp bi salan e kampa berxwedanê ye. Êrîş çi dibin bila bibin em ê terka vira nekin. Ev der ji bo aştî, biratî û yekîtiya kurdan bûye zemîn. Ligel ev qas êrîş û hene jî hê jî mirovên li vira ji bo aştî, yekîtî û demokrasiyê canê xwe kirine mertal. Em bi yek bin. Em dayik, zarok, jin bediline din nein. Ambargoya li ser vê kampê rakin. Alîkariya erzaq û dermanan bikin." 
 
Her wiha Yildiztan, bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê jî û got: "Bicihbûna pêşmergeyan ne rast e. Niha li Kurdistanê bi dehan hêz hene. Mirovên welatperwer bertek nîşan didin. Niha Tirkiye êrîşî PKK'ê dike, wê sibê êrîşî PDK'ê bike." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN