Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû

  • rojane
  • 20:00 12 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de bernameya xwe diyar kir û got: “Em bi çalakîyên online yên wekî konser û panelên li ser ziman, edebîyat, folklora kurdî û tifaqa kurdan pêşwazîyê li cejna kurdî dikin.”
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî der barê bernameya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de bi nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Roja Cejna Zimanê Kurd li hemû dildar û evîndarên zimanê kurdî, li hemû kurdîperweran pîroz be û wiha hat gotin: “Em îsal di mercên awarte da cejna zimanê kurdî pêşwazî dikin, di van rojên koronayê da em nikarin zêde ji mala xwe derkevin, li gel vê yekê jî di ser medyaya civakî ra em dikarin dengê xwe bigihînin hev û bi çalakîyên online yên wekî konser û panelên li ser ziman, edebîyat, folklora kurdî û tifaqa kurdan pêşwazîyê li cejna kurdî dikin. Em jî wekî Tora Ziman û Çanda Kurdî vê yekê bikin û bi çalakîyên cur bi cur Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin.”
 
‘DIVÊ EM KURD LI SER REWŞA XWE BIHIZIRIN’
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî bal kişand ser vîrusa coronayê jî û got: “Nexweşîyê kir ku em wekî mirovahî kumê xwe daynin ber xwe û li ser rewşa xwe bihizirin,di van rojan da em kurd jî divê kumê xwe bidin ber xwe û li ser rewşa xwe, reftar û helwesta xwe ya li hemberî zimanê xwe kûr û dûr bifikirin, rewşa xwe binirxînin û ji bo guhartina vê rewşê hinek biryaran bigirin. Ev ziman beyta Feqî ye, hubra Xanî ye, xezel û helbesta Melayê Cizîrî, dîrok û helbesta Mestûre Kurdistanî, deng û awaza Hesen Zîrek, Meyremxan, Mihemed Şêxo û Mihemed Arifê Cizrawî ye. Xanî “Safî şemirand, vexwarî durdî manendê durrê lîsanê kurdî”, bi vî zimanî dubeytîyên xwe ristine Baba Tahirê Hemedanî, bi vî zimanî hest û ramanên xwe derbirîne Pîremêrd, Gîw Mukrîyanî, Qedrîcan, Osman Sebrî, Ebdûla Goran, Qanatê Kurdo, Mîr Celadet Bedirxanî.”
 
‘GELÊ KURD DIKARE BI HÊZA XWE HEMÛ QEYDAN’
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî di berdewamiya daxuniyê de ev tişt gotin: “Ev ziman ji dê û bav û ji dapîr û bapîrên me, ji me ra diyarî maye. Wan bi hezaran salan zimanê kurdî di dil û hinavên xwe da xweyî kiriye, dengbêjan di sînga xwe da parastine, seydayên me li medreseyan gelek berhem dane û ew berhem li ser xetan wekî destnivîs heta roja îro hatine. Îcar, heke di vê serdema agahî, ragihandin û teknoloîyê da em îro nekarin vî zimanî ji zarokên xwe ra, ji nevî û nevîçirkên xwe ra wekî diyarî bihêlin, ew şerma me ye. Rast e, dagirkeran çand û zimanê me qedexe kirine, hê jî mirov ji ber ku bi kurdî dipeyivin, tûşî zilm û zordarîyeka bêpîvan tên, li hin cihan mirov ji ber kurdî têne kuştin. Hê jî li du parçeyên welatê me zimanê kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin,  hê jî destûr nayê dayîn ku zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê, zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin. Bi rê û rêbazên cur bi cur kurdî li ber çavên kurdan tê reşkirin, bi her awayî rê li ber kurdî tê girtin, li gel van mercên giran jî em wekî Tora Ziman û Çanda Kurdî wisa bawer dikin ku gelê kurd bi hêza xwe, bi hevgirtina xwe, bi têkoşîna xwe ya sivîl û demokratîk dikare hemû qeyd û bendan bişikîne û zimanê xwe biparêze û geştir bike.”
 
‘BILA HEVGIRTINA ME LI SER ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ BE’
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Zimanê me stêrka geş a li esmanê welatê me ye. Zarokên ku bi zimanê dê û bavê me, bi zimanê dapîr û bapîrên me nezanin ne li ser esl û binyada xwe ne. Lewma jî roj roja parastina zimanî ye. Bila hevgirtina me li ser çand û zimanê kurdî, têkoşîna me ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî be. Em di van rojên teng da bi rê û rêbazên cur bi cur cejna hev pîroz bikin û hişmendî û hişyarîya çand û zimanî di nav gel de xurt bikin. Pîroz û bimbarek be Cejna Zimanê Kurdî. Giyanê pak ên cangorîyên ku ji bo parastin û pêşvebirina vî zimanî ked dane, her şad û bextewar be.”
 
Bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî ya Cejna Zimanê Kurdî ya 13 – 17ê Gulana 2020an wiha ye: 
 
"13ê Gulanê (Çarşem)
 
Konser
Beşdar: Koma Ma
Saet: 15.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Ma Music Centerê
 
Hevpeyvîn
Mijar: Jîyan û Berhemên Baba Tahirê Hemedanî
Axiver: Prof. dr Qedrî Yildirim
Moderator: Samî Tan
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî
 
14ê Gulanê (Pêncşem)
 
Hevpeyvîn 
Mijar: Zaravayên Kurdî
Axiver: Jîyar Cehanferd
Moderator: Evîn Durre
Saet: 21.30
Platform: Hesabê Twitterê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
 
Hevpeyvîn 
Mijar: Jin û Ziman
Axiver: Netîce Altun, Mizgîn Tahir û Ayşe Gokkan
Moderator: Devrîm Demîr
Saet: 21.00 
Platform: Hesabê Instagramê yê Komeleya Rosayê
 
15ê Gulanê (În)
 
Hevpeyvîn
Mijar: Di Cejna Zimanê Kurdî da; Ziman, Çand û Tifaqa Kurdan
Axiver: Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglu, Kendal Nezan, Zana Farqînî
Moderator: Cevahîr Sadak
Saet: 14.00
Platform: Televîzyonên Kurdî
 
Hevpeyvîn
Mijar: Folklor, Ziman û Zargotin
Axiver: Prof. dr Celîlê Celîl (Serokê Enstîtuya Kurdzanîyê- Vîyana)
Moderator: Zeyneb Yaş
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
 
16ê Gulanê (Şemî)
 
Xoşebere
Babete: Awanbîyayîşê Vateyî – Seba Kirmanckîye Rol û Muhîmîya Vateyî
Qisêkerdox: Îhsan Espar
Moderator: Denîz Gunduz
Saet: 16.30
Platform: Hesabê Instagramî yê Weqfa Mezopotamya
 
Hevpeyvîn
Mijar: Rewşa Zimanî li Rojhilatê Kurdistanê 
Axiver: Prof. dr Abbas Valî
Moderator: Mîkaîl Bilbil 
Saet: 21.00
Platform: Hesaba Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
 
17ê Gulanê (Yekşem)
 
Hevpeyvîn 
Mijar: Weşangerîya ji bo zarok û nûciwanan
Axiver: Ulku Bîngol, Mem Bawer
Moderator: Bawer Berşev
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî
 
Hevpeyvîn 
Mijar: Ziman û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê 
Axiver: Prof. dr Evdilwehab Xalid Mûsa  (Rektorê Zanîngeha Newrozê)
Moderator: Mîkaîl Bilbil
Saet: 22:00
Platform: Hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
 
Hesabên medyaya civakî
 
Instagram
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî – @torazimanucand
 
Weqfa Mezopotamyayê – @weqfa_mezopotamyaye
 
Komeleya Rosayê – @rosakadindernegi
 
Ma Music Center – @mamusicenter
 
Twitter
 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – @EnstituyaKurdi”
 

Sernavên din

14/05/2020
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe