'Mûçe niye'

  • rojane
  • 11:24 12 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Nivîskarê rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, di gotara xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser qeyrana aborî ya li Başûrê Kurdistanê û got: "Li başûrê Kurdistanê kî devê xwe veke, yek ji tiştên ku dibêje; mûçe ye. Ango meaş, nîye."  

Nivîskarê rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, vê hefteyê di gotara xwe de bal kişand ser rewşa qeyrana aborî ya Başûrê Kurdistanê. Ercan Sezgîn, di gotarê de diyar kir ku li başûrê Kurdistanê kî devê xwe veke, yek ji tiştên ku dibêje; mûçe ye; ango meaş, nîye û wiha got: "Sayiqê texsiyan ji rêwiyan re, karmend ji karkeran re, kur ji dayik re, dayik ji bav re, bav ji herduyan re dibêje mûçe nîye. Herkes doza mûçeyan li rêveberiya başûrê Kurdistanê dike. Revebriya başûrê Kurdistanê jî ji hemû gele Başûr re dibêje mûçe nîye û baz dide cem hikûmeta Bexdayê. Lêhikûmeta Iraqê ji sala 2014’ ve pirsgirêka mûçeyan çareser nekiriye. Ev mijar di demên dawî de di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de bûye pirsgirêka sereke." 
 
QANÛN DERXISTIN LÊ PÊK NEANÎN
 
Sezgîn, destnişan kir ku qanûn heye yê naxin meriyetê û wiha gotara xwe berdewam kir: "Ev pirsgirêk çima heye û çawa dest pê kir? Li gorî qanûnên Iraqê divê ji sedî 17’ê bûdçeya Iraqê bidin başûrê Kurdistanê. Lê piştî DAIŞ derketî heta niha ev qanûn pêk nehat. Bûdçeya ku berê didan başûrê Kurdistanê, bi temamî hate birîn. Hikûmeta Iraqê sedema vê yekê jî weke firotina gaz û neftê ya ku başûrê Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê û nedayîna dahatên deriyê sînor destnîşan dike. Lê ev yek berê jî hebû. Meseleya bingehîn derketina DAIŞ’ê ye ku ev yek weke firsendek bi kar anîbû. Piştî ku bûdçeya li ser başûrê Kurdistanê qut kirin, qeyraneke aboriyê dest pê kir. Hemû kar sekinîn û hema hema tu kesî mûçeyên xwe wernegirtin. Ev qeyrana aborî bi referandûm û bi dagirkirina Kerkûkê re gihiya astekî siyasî û asta herî jor. Ji ber vê yekê jî herkesî ji herkesî re di got; şixûl nîye, pere nîye û mûçe nîye. Ev rewş heta avakirina hikûmeta Adil Abdulmehdî berdewam kir. Di nav herdu hikûmetan de dan û standin û hevdîtin hatin kirin. Piştî van hevdîtinan hate lihevkirin ku ji bûdçeya Iraqê ji sedî 17 bo başûrê Kurdistanê bê veqetandin. Bi ve lihevkirinê re qeyrana aboriyê heta astekê sererast bû. Lê bi îstîfakirina hikûmeta Adil Abdulmehdî re ev alozî careke din rû da." 
 
'ALOZIYÊ CAREK DIN MUÇE XIST ROJEVÊ' 
 
Sezgîn, bal kişand aloziya ku dîsa dest pe kir û wiha li kotarê zêde kir. "Aloziya hikûmeta Iraqê, li hemû cîhanê daketina bihayê neftê û bi nexweşiya koronayê re girtina deriyên sînor, careke din mijara bûdçe û mûçeyan xist rojevê. Hikûmeta Iraqê ev yek weke firsend dît û hemû bûdçeya ku di şand başûrê Kurdistanê careke din sekinand. Di navbera şandeyên Bexda û Hewlêrê de dan û standin, çûn û hatin dest pê kirin. Bexda ji hikûmeta Hewlêrê dixwaze ku hemû dahatên neft û gumrika deriyên sînoran teslîmî hikûmeta navendî bikin. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê hêj ev yek qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mûçedayîn û aboriyê her ku diçe mezintir dibe." 
 
BELAVKIRINA BUTÇEYÊ NE LI GORÎ EDAELTÊ YE
 
Ercan, li ser sedema pirsgireka aborî û belavkirina butçeyê jî rawestiya û got: "Pirsgirêkên di aboriyê de rû didin tenê bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî nînin. Bi belavkirina dahatên herêma Kurdistanê ve girêdayî ne. Belavkirineke wekhev û adilane nîne. Di nava çînên jêr û jor de ferqeke gelek mezin çêbûye. Ya din jî hilberînên xwecihî ne. Jiyana aborî tenê bi dahatên petrol û gumrika deriyên sînor re dimeşe. Dema ev jî tên birîn, li başûrê Kurdistanê jiyan radiweste. Çandinî, sinaî û sewalkarî nîne. Ji ber van sedeman jî herêma başûrê Kurdistanê careke din kete nava qeyraneke aborî. Dê hikûmeta Iraqê ya nû ku ji aliyê Mistefa Kazimi ve hatiye avakirin, çawa nêzî van mijaran bibe hêj ne diyare." 

Sernavên din

14/05/2020
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe