Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne

img

AMED - Dayikên Girtiyan derbarê Roja Dayikan diyar kirin ku roja ku zarokên wan azad bûn wê demê hemû roj rojên dayîka ne. Dayikan xwestin ji ber şewba coronayê û Roja Dayikan zarokên wan hemû werin berdan.

Her sal, roja yekşema duyemîn a meha Gulanê weke “Roja Dayikan” tê pîrozkirin. Dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de xwestin ku zarokên wan werin berdan û bi wî şiklî roja dayika pîroz bikin. Dayikên Girtiyan yên ku sala par Roja Dayikan di grevên birçîbûnê de derbas kirin îsal jî bi xetereya şewba vîrusa coronayê (covîd-19) derbas dikin. 
 
‘SALEKE NIKARIM BIÇIM HEVDÎTINÊ’
 
Dayika Ciwan Boltan ê ku 8 salin girtî û niha di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de dimîne Nazmiye Boltan diyar kir ku saleke nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Nezî heşt sal in di riya girtîgehan de ne. Lê saleke ez ji ber nexweşiyên xwe nikarim biçim hevdîtinê. Zarokên me ji ber me dûr birine. Mirov dixwaze biçe cem zarokên xwe.” Boltan, anî ziman ku bi riya telefonê zarokê wê roja dayika pîroz dike û wiha axivî: “Dema bi telefonê lawê min roja dayika pîroz dike dilê mirov dişewite. Mirov dixwaze di wê navberê de li ba mirov be, hembêz bike. Rewşeke zor e.”
 
‘ROJA DAYIKA JI ME RE ZEHMETE’
 
Boltan, anî ziman ku di roja dayika de lawê wê jê  re wêneyên xwe dişîne û wiha berdewam kir: “Lawê min wêneyan bi nameyekê re dişîne û rewşa min dipirse. Bi nameyê em ê çawa hevdû bibînin û hembêz bikin. Zarokên mirov di dilê mirov de şirîn in. Dema nikarim qala wî bikim. Bavê Ciwanê min 16 salan di girtîgehê de bû min ew di hembêza xwe de xwedî kir. Bizanin ku çi kas di dilê min de şirîn bûn.” Boltan, dest nîşan kir ku ji zarokê wê dûrbûn hesteke zor e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez heta li ser dinyayê bim ez ê têkoşîna lawê xwe bimeşînim, ez paş de namînim. Dixwazin ku girtiyên me jî werin berdan û biçin malên xwe. Roja dayika ji me re pir zehmet e. Mirov zarokê xwe di mala xwe de hembeza xwe de nebîne dê çawa wê rojê hîs bike.”
 
‘ROJA DAYIKAN JI MIN RE TUNE YE’
 
Dayika girtî Mehmet Veysel Ateş ê 6 salin girtî ye û niha di Gîrtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne, Aysel Ateş diyar kir ku 6 salin roja dayika pîroz nekirî ye û wiha got: “Wexta zarokên min yên din roja dayika pîroz dikin ez dibêjim pîroz nekin, birayê we ne li vir e, roja dayikan ji min re tune ye heta ku birayê we were. Dema hêj nehatî girtin li kû derê bûya ji min re diyariyek dişand û roja dayika pîroz dikir. Pişt re sala ku dê were girtin ji min re di qefesê de du çûk anîn. Min got ez ji xwedî kirina wan aciz im te çima anîn. Got dayê çûk sembola azadiyê ye perê xwe vedike û ji xwe re difire. Got dayê ez weke van çûkan girtî me dema ez û hevalên xwe azad bûn. Tu dê van çûkan berdî bêjî  zarokên min azadbûn. Diyariya herî dawî ew bû da min.” 
 
‘ZAROKÊN ME BILA DI ZINDANAN DE NEMIRIN’
 
Ateş, grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên sala par ketinê bibîrxist û wiha axivî: “Par zarokên me di greva birçîbûnê de bûn îsal jî ji ber vîrûsê li ber mirinê ne. Vîrus ketiye di nava gelek girtîgehan. Ez dîsa roja dayikan pîroz nakim. Kengî ku lawê min û hevalên wî azad bûn wê demê hemû roj rojên dayîka ne. Di roja dayikan de lawê min ji min wêne dişand. Carekê helbestek ji min re şandi bû.  Bi tirkî bû û wisa bû ‘ji dayîkan dayîka herî hêja, min bi te azadÎ zanî, min bi te re ev jiyan zanî, ez bi te re serbilind im, tu nebûya ez niha li vê derê nedibûma, sekna te ji min re bû mînak, ez bi te serbilind im, roja te ya dayikan pîroz dikim û destên te maç dikim.’” Ateş, xwest ku hemû girtî werin berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vaye li Girtîgeha Seydîşehîr a Konyayê 15 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye ez bang li dayika dikim rabin em dest bidin hev bila zarokên me di zindanan de nemirin.”
 
 

Sernavên din

08/05/2020
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN
06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin